MIHEMED HESEN / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Li navçeya Ranya jina bi navê Diyarbekir Qadir 4 sal in kargeheke şirîniyan vekiriye û bi vê kargehê hem debara xwe dike hem jî derfetên kar ji bo 13 jinan peyda kiriye. Qadir da zanîn ku divê jin ji bo debara xwe û zêdekirina berhemê navxweyî ji malê derkevin û bikevin nava hewildanan. Her wiha got, ger hikûmet alîkarî bide xwediyên projeyan wê rêjeya bêkariyê kêmtir bibe.