Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku têkoşîna jinan wê tevî têkoşîna demokrasî, ekolojî, kedkar, çepgir û sosyalîstan bibe yek û pêşengtiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re bike.

Li ser navê Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji krîza pergala hegemonîk a global mudaxeleyên bi rêxistin, plansazî û armanc a jinan wê karibe pêvajoyê diyar bike.

Erzîncan derbarê şewata li Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye got; “Tê zanîn ku her kêlî girava Îmraliyê di kontrola dewletê de ye. Ev rewş peyama plansaziya qirkirin, qetlîam û îmhakirinê ya li ser Rêbertiya me, gelê me û jinan e. Jixwe êrîşa herî mezin a li azadiya jinan ev e; dîlgirtina Rêbertiya me ya li Girava Îmrali ye û ragirtina wî ya di pergala êşkence û tecrîdeke mezin de ye. Rêbertiya me xwe şiband Prometheûs û xwest qala vê rewşê bike.”

Çalakiyên 8ʼê Adarê û serbestiya Rêbertiyê

Erzîncan qala pêşengtî û rola Ocalan a di têkoşîna azadiyê ya jinan de kir û got, “Rêbertiya me beriya her tiştî di şexsê de taybetiyên mêrserwerî kuşt û modeleke nû ya mêrên azad afirand. Modela mêrbûna pergala modernîzma kapîtalîst serûbin kir. Li derveyî pergala mêrserwer a pênc hezar salan modeleke jiyan û têkiliyê ava kir. Awayê ‘hezkirina’ ku ked, fikr û bedena jinê desteser dike, yanî çanda destavêtinê red kir. Rêbaz û pîvana mêrbûna azad di şexsê xwe de şênber kir. Bi azadbûna jinan re civak azad dibe. Ev model di şexsê xwe de li ba hemû jin, Kurd û bindestan ava kir. Pergala hegemonîk a mêran li hemberî vî tiştî gelekî hêrs e. Di şexsê Rêbertiya me de şênber dike. Wekî mînak lêpirsînên Rêbertî li ser saziya zewacê, têkiliyên jin û mêran, di van waran de geşedanên gelekî xurt ava kir. Evîn, hezkirin û lêgerîna jiyana azad a Rêbertiya me, rê li ber artêşa jinan, partiya jinan, jineolojî, YPJ, pergala hevserokatî û temsîlîyeta wekhev vekir. Heta ku teoriyên hevjiyana azad, îdeolojiya rizgariya jinan, teoriya veqetînê û berdana heta hetayê neyê fêmkirin, heqîqeta Rêbertiya me jî nayê fêmkirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku bêtir xwedî li xeta azadiyê û felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me derkevin. Tevgera jinan a li Bakurê Kurdistanê tecrube û danheveke wê ya mezin heye. Bi awayekî rêxistinbûyî divê pêşengtiya pêvajoyê were kirin. Çalakiyên 8’ê Adarê divê bi têkoşîna azadbûna Rêbertiya me bibe yek.

Yekîtiya hêzan divê

Heta têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd neyê fêmkirin, li gorî min wê jinên Tirkiyeyê jî nikarin bi pêş ve biçin. Bêguman gelek tişt hene ku em jî hîn bibin û em hîn dibin. Jinên Rojhilata Navîn zû û bi lez ji hev hînî tiştan dibin û yekîtiya jinan ava dikin. Jixwe têkoşîna azadiyê ya jinan di nav civakê de berfireh dibe. Beşeke girîng a mêran jî hewldana wan a azadbûnê tê dîtin. Refên têkoşîna azadiyê ya jinan berfireh dibe. Têkoşîna jinan wê tevî têkoşînên demokrasî, ekolojî, kedkar, çepgir û sosyalîst bibe yek pêşengtiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re bike. Divê em têkoşîna xwe bikin yek. Divê em yekîtiya hêzan ava bikin.”

Xebatên yekîtiyê wê bidomin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan herî dawî got: ‘’Xebatên ji bo yekîtiya netewî ya jinê îsal jî wê bidomin. Jinên Kurd, li ser mijara yekîtiya netewî û kongreyê wê dîsa bi rola pêşeng rabin.

Em ê hemû xebatên xwe yên jinan, konfederalîzma demokratîk gav bi gav geş bikin. Konfederalîzma demokratîk a jinê, ne tenê modêla rêxistiniyê ye. Amûrên afirandina felsefeya jiyana azad a jinê ye. Divê em li ser hîmê felsefeya azadiyê hûr bibin, tercîhên xwe yên li ser jiyanê geş bikin, piştre jî ji bo afirandina jiyana nû sazî û rêxistiniya wê ava bikin.’’

 

ANF/BEHDÎNAN