
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Xwendekara beşa Dîzaynkeriya Komunîskasyonê, Hatîce Ogur encama xebata xwe ya bachelerê wekî pêşangehake wêneyan amade kir. Ogur a 25 salî ji bo vî karî li Elmanya û li Kurdistanê wêneyên jinan û jiyana jinan girtin. Di heman demê de ew bi jinan re peyivî da ku li ser hizira di navbera azadiya jinê, têkoşîna ji bo azadiya jinê û civaka mihafezekar a ku di nava rol û dewrên diyar de jinê asê û heps dike, biponije. Ev wêne û beşên ji hevpeyvînên bi jinan re wê 23´yê Hezîranê li Mainzê, li hola pêşangehê ya Kulturei bên pêşandan.
Kesên bêş dayî, barê wê sivik kir
Bi her halî ji bo vî karî karibe bi ser bixe, di warê teknîkî de bi kalîteyeke baş wêneyan çap bike û li holeke baş jî pêşangehê karibe mumkin be, li pêşiya wê pirsgirêkên malî û organîzasyonê hebûn. Ogur ev pirsgirêk bi rêya bêş-berhevkirineke online çareser kir. Li ser malpera bêşên online Leetchiyê Hatice Ogur karî 2050 euroyî weke bêş berhev bike û pê pêşangeha xwe fînanse bike.
Ogur dibêje, mijar wê şexsî gelekî elaqedar dike: “Ez jî di navbera du dinyayan de bûm. Li malê, dê û bavê min derfeta biryardayîna ji bo jiyana min didan min. Lê li hawîrdora malbatî û civakî ya KUrd civakeke mihafezekar a li azadiya jinê girtî hebû. Ev nakokî di jiyana min de jî darî çav bû. Min wêneyên şervanan jî girtin, ew azadîxwaz in. Bi her halî min xwest aghiyan, zanyariyan berhev bikim, ji bo ku bi xwe jî pê bihisim ka ez li nava kîjan aliyî cihê xwe digirim.”
Ji Mexmûr û Kerkûkê heta bi Saarbruckenê
Ji bo projeya xwe Hatice Ogur çûye Mexmûrê, li wir wêneyên penaberan û gerîlayên YJA-Starê gritine, li Kerkûkê jî wêneyên gerîlayan girtine. Bi her kesî re jî peyiviye û ev hevpeyvînên xwe jî ji bo beşa zanistî ya karê xwe nirxandine. Ogur li Elmanyayê jî wêneyên jinên Kurd girtine, ji Giessenê heta bi Saarbruckenê; heta refaqetî meşvanên 15´ê Sibatê ji Mannheimê heta bi Strassbourgê meşiyayî jî kir.
Di pêşangehê de ji bilî wêneyan zêde ne darî çav jî bin, hin beşên ji hevpeyvînan hene, her wiha hin hevokên balkêş jî wê di pêşangehê de karibin bên xwendin. Di wêneyan de û di hevpeyvînan de jî hem jinên têkoşîna azadiyê û hem jî yên mihafezekar tên îfadekirin û ew xwe îfade dikin.
Li mekanekî dîrokî, pêşangeha Jînê
Hatice Ogur dibêje, min dixwest pêşnageh li Kulturei a li Mainzê bête lidarxistin ji ber ku ev avahiyeke pêşandanên hunerî ya kevnar e û xaniyên kevin ên Amedê û Bedena Amedê bi bîra wê dixe. Ji bo vê ew malavahiya kesên bêşa xwe dayî dike û dibêje, navê herkesa bêş dayî dê di pêşangehê de weke pişgir bête nivîsîn.
Çima ne pirtûkek? Li gorî Hatice Ogur, di beşa wê de bêhtir profesor dixwazin pirtûk werin amadekirin, lê wê pêşangeh tercîh kiriye, ji ber ku, “Armanca min ew bû ku jin bicivin, bîn cem hev. Elman jî werin, yên din jî werin. Ez mekanekî komunîkasyonê, danûstandinê biafirînim da ku hin pêşhukm bêtin pûçkirin, hinên din jî belkî bên erêkirin.”
Jinan çi got, wê ew îfade kir
Hatice Ogur li bendê ye ku ji bilî profesorê wê hin hevalên wê yên xwendekar, ji civaka Kurd a li Elmanyayê xelk û hin kes û derûdorên din ên dildarê hunerê bêtin pêşangehê. Herî dawî ew tirseke xwe ya sivik jî parve dike derbarê kakuniyên nerazîbûna mêvanên muhtemel de: “Dema min dest bi amadekariyan kir, ez pê hisiyam ku ez ditirsiyam dema ku Elman bên, ew ê bibêjin, ha, naxwe rewş wisa ye! Û li aliyê din dema Kurd bên, ew ê bibêjin, de ka lê binihêre, çi nîşan daye, ev çi ye! Bi her halî min nexwest îdealîze bikim. Min xwest jinan bi wî rengî û bi wan resman ku wan bi bawerî bi min re parve kir, îfade bikim; bi aweyekî subjektîf ê min ê şexsî. Ji ber vê yekê jî, ya rastî, ez hinekî dilreht û bitirs im.”
Pêşangeha Hatice Ogur a bi n avê Jîn, ku berê awiran wê li ser jiyan û hizra jinên Kurd be, li Mainzê, li avahiya pêşangeh û çandê Kulturei, 23´yê Hezîranê saet 17´an li xelkê vebe. Li cihê pêşangehê koma muzîkê “Les Etoiles de Botan und der Kurdische Groove” hunerê xwe pêşkêş bikin.

