Rêveberê Weşana Radyoyê Şîrîn Îbrahîm destnîşan kir ku Radyo Jin radyoyek civakî ye û got, tevahî xebatkarên radyoyê jin in. Şirîn da zanîn ku xebatên amedekariya radyoyê salekê dewam kiriye û got, hemû xebatkarên wan li radyoyê perwerde dibin.
‘Divê enerjiya jinan neyê sînordarkirin’
Şirîn diyar kir ku radyoya wan li ser frekansa '104'ê weşanê dike û got, radyo wê xwe bighîne hemû gundên dora Amûdê. Şirîn anî ziman ku rola jinê di nava civakê de xwedî girîngiyeke mezin e û wiha dewam kir: "Armanca me ne tenê derfetên xebatê ji jinan re ava bikin, her wiha di weşana xwe ya rojê de em armanc dikin ku xwe bighînin pirsgirêkên jinan û çareser bikin. Divê hêz û enerjiya jinê tenê bi malê ve neyê sînordarkirin."
'Em ê hêjmarê zêde bikin'
Şirîn da zanîn ku perwerde wê ne tenê bi xebatkarê radyoyê sînordar bimîne û wiha pê de çû: "Her wiha dê li hemû qadên çepemeniyê hêjmar bên zêde kirin û ji hemû weşanan em ê sûdê wergirin. Projeya radyo, girêdayî Navenda Perwerda Weşanê ya Jinan e. Ev navend li Suriyê wek navenda yekemîn a xweser e."
Rojê 4 saetan weşanê dike
Şirîn anî ziman ku Radyo Jin hefteyên despêkê wê 4 saetan weşanê bike û ev weşan dê her roj di navbera saet 12.00 û 16.00'an de be. Şirîn diyar kir ku heya niha wan 10 jinên xebatkar amede kirine û wiha peyivî: "Derveyî van 10 jinan niha em 8 jinên din amede dikin. Em jinan ji bo weşana tevahiya rojê û pêşkêşiyê amede dikin."
JINHA/AMÛDÊ