Di diroka Kurd û Kurdistanê de cihê jinê taybet e, hîç naşibe dîroka gelên din. Di dîroka me de jin tim bi roleke sereke rabûne û bi wê rola xwe ya dîyarker mohra xwe li dîroka gelê me û ya cihanê xistine. Di dîroka ti gelî de jin bi qasî jina Kurd ya serhildêr, rêberiya civakê kirine û bi wê rola xwe ya pêşeng nehatine nasîn.

Ji bo têgihîştina vê rastiyê em hinek rûpelên dîroka bi bêbextiya serdestan qirêj girtiye, wegerînin. Li gor daneyên berdest ên dîrokî Mîtanî bav û kalên Kurdan in. Keça serwerê Mîtaniyan Navteta (Nofretete, Nefertiti) bi Firaun Exnaton (Amonephis IV.) re dizewice, ew di pêşketina bawerî û çanda Misriyan de bi roleke bingehîn radibe.

Amîtîsa (Amytis) keça Keyaxares (Key Xusro) xwişka Aştiyago bi serwerê Asuran Nabukudnezar re dizewice, dû re nav û dengê wê û baqiliya wê wek Samîramîs belav dibe. Li gor daneyên heyî Nabukudnezar li ser daxwaziya wê lewhayên nivisandî dicivîne û ji wan pirtukxaneyeke gelek dewlemend ava dike. Ew lewhayana îro rûpelên dîrokê yên wê demê ronî dikin.

Tomyris (Tamrîsa /Tomrisa) serwera Massagetan nirxeke me ya herî payeberz û mînak e. Li hin welatên Ewrûpayê opera we jî heye, lê tenê em vê nirxa xwe nas nakin. Ew serê Kuroşê Pers yê ku împaratoriya Med hilweşandibû, jêdike, dike nava meşka xwînê û ji Persan re dişîne. Massagetan federasyoneke eşîrên Kurd Masekan, Reşkotan, Sakan û hin eşîrên din e. Tomyris jî bi xwe keça serfermandareke Medan e. Li ba Medan navê wê Tamrîsa ye. Bi serwerê Masagetan Surmasga re zewiciye. Piştî mirina Surmasga dibe serwerê Massagetan.

Dema em tên pişta Mîladê, em dibînin ku rola jina Kurd û serweriya wê hê bi heman serbilindiya xwe ve didome. Mînak Deyfe Xatûna Eyûbî jî di sedsala 13´an de serwerî dike û ji Moxolan re serî naçemîne, li ber xwe dide. Mirov dikane jinên payeberz ên serweriyên bi rûmet û dadwer kirine, hinan wisa rêz bike. Meyan Xatun, Hanzat Xatûn, Adîle Xanim, Qedem Xêr, Gaziye Xatûn, Fata Reş. Mah Şeref Xan û yên din.

Di warê şer û berxwedanê de jî dayîka Zarife Xanim a hevjîna Elîşêr di serhildana Dêrsimê de bi roleke taybet radibe, Karlêka wê hê jî li ser jinan heye. Rewşen Berdixan jî di sala 1957´an de bi navê Kurdan di kongreya dij koloniyalîzma li Yewnanistanê de cihê xwe digire û peyamekê pêşkêş dike.

Her wisa di warê Hunerî de jî gelek jinên mohra xwe li wêjeya me xistî hene. Di warê hunerê dengbêjiyê de, ji Gulê bigire, Meyrem Xan, Nevrîn Serwan û Eyşe Şan a bi nalîna xwe ya taybet, Mizgîn û Delîla hê jî dengên wan li çiyan olan dide, di hemû bîr û dilan de dijîn.

Di warê Helbestê de, di sedsala 10´an de Celale Xanima Loristanî helbestên taybet dinivîse. Di sedsala 12´an de jî ev gorbihuştana helbestan dinivîsin: Rihan Xanim, Xatu Mêy Zerd, Daye Xezana Serketî, Yay Hebîba Şarezûrî, Xatûn Daye Rakî Razber û Semen Xanima Dewdanî.

Dîroka Kurdistanê bi her aliyî ve bi lehengên jin dagirtî ye, bêguman gotareke wisa kurt têrê nake. Dema em ber bi dîroka nêz ve tên, em dibînin ku ji Rindêxanê ta Leyla Qasima ku di êşkencexaneyên Saddam de rûmeta gelê xwe parast, gelek jin hene. Li zindana Amedê lehengiya Sarayan, li çiyê berxwedana Bêrîtanan, di şerê bajaran de Bêrîvan, Arîn Mîrkan û bi dehan jinên rêya tekoşînê nîşanê me dayî, hene. Her wisa, Zîlana bi bêtirsî di dilê baregeha dijmin de bombeya tirsê teqand, hê jî pêşiya me ronî dike.

Dema em di ronahiya vê dîrokê de xwedawend Anahita, Dayika Ferx ya li ba Civaka Êzîdî, Ana (Fatma) û dayîka Post ya li ba Kurdên Elewî û pîroziya dayîkê ya di nava malê de, her wisa di şerên eşîran de ji jinan re rêz girtin, heta bi laçika serê jinê rawestana şer wek kontekstekê dinirxînin, têdigîjin ku di nava Kurdan de pêvajoya dayîksalariyê gelek dirêj kudandiye û karlêka wê ne tenê di nava civakê de hetanê îro hatiye, li zimanê Kurdî jî bûye. Di zimanê Kurdî de her tişta zindî, xweşik, nerm, ber dide, ji ezman tê xwar, li gerdûnê ne, mê ne. Mirov bi hêsanî dikane bibêje, zimanê Kurdî zimanekî mê ye.

Leyla Guven giyana vê vîna ji pola, vê kevneşopiya nirxzêrin, vê dîroka berxwedana jinê, kulîlka jiyanê, hêviya azadiyê, çirûska nûvejînê ye. Leyla Guven di vê sedsala bîstûyekan de nûnerîya wê hêz û vîna jina serbilind ya li ser xaka Kurdistanê vejiye, dike. Dagirker stûnên vê dîroka nayê şikandin, baş dinasin, lewma çalakiya jinê tirsa dilê dagirkerên xwînxwar e.