Jinên Êzîdî:Zilma DAIŞ’ê ti carî nayê jibîrkirin. Divê bên dadgehkirin. Em dixwazin beşdarî dadgehên ji bo darizandina DAIŞ’iyan bibin, weke şahid li me bê guhdarîkirin û hesap ji wan bixwazin.
NAZIM DAŞTAN / MA /AMÛDÊ
Jinên Êzîdî yên ji Baxozê hatin rizgarkirin, yek bi yek qala zilma DAIŞ’ê kir. Hêzên QSD´ê li Dêra Zorê di pêngava Bagera Cizîrê de dawî li hebûna fîzîkî ya DAIŞ’ê anî. QSD’ê di vê pêngavê de bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji zilma çetayan rizgar kirin. Herwiha QSD´ê li Baxozê bi hezaran DAIŞ’î dîl girtin. 11 hezar DAIŞ’iyên ji 54 welatan, li girtîgehên cuda yên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan, tê xwestin ku dadgeheke sûcên şer a navneteweyî bê avakirin. Jinên Êzîdî yên herî dawî ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, dixwazin beşdarî dadgehên ji bo darizandina DAIŞ’iyan bibin, weke şahid li wan bê guhdarîkirin û hesap ji DAIŞ’iyan bixwazin.
Jina Êzîdî ya 22 salî Hûda Hesen, li gundê Baxozê yê ser bi bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê, ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Hûda ji gundê Ramûsî yê li başûrê Şengalê ye û di komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an de li navenda Şengalê dîl dikeve dest DAIŞ’ê.
Mêr kuştin jin kirin kole
Hûda Hesen bi darê zorê bi 6 DAIŞ’iyan re tê zewicandin û wê dibin gelek cih û deverên Iraq û Sûriyeyê. Hûda ya ku li Baxozê ji zilma DAIŞ’ê hat rizgarkirin, wiha behsa rewşa xwe dike: “Dema DAIŞ ket Şengalê, hêzên li wê derê em hiştin û çûn. Em Êzîdî bi tenê hiştin. Hemû jin û zilamên ketin pêşiya wan, kom kirin. Jin û zilam ji hev cuda kirin û birin cihên cuda. Jin û zarok birin Mûsilê. Hemû zilam kuştin û jin jî ji xwe re kirin kole. Bi darê zorê zarok kirin Misilman, ew kirin perwerdeyên dînî û eskerî. Em jî bi zorê kirin Misilman.”
Li Sûka Sebaya em firotin
Hûda Hesen a ku 2 salan li Mûsilê maye, wiha qala trajediya jiyana xwe dike; “Ez firotim emîrekî DAIŞ’iyan. Ez bajar bi bajar gerandim. Li Mûsilê, destpêkê ez bi emîrekî re dam zewicandin. Dûre, ez birim Reqayê û li wê derê jî bi emîrekî re dam zewicandin. We demê li Qada El Neîm bazarek hebû. Jê re digotin, ‘Sûka Sebaya.’ Jinên Êzîdî li wê sûkê difirotin. Ez jî li wê derê firotim kesekî din. Bi vî awayî ez bi 5 kesan re dam zewicandin. Dûre ez birim Bab, Heleb, Reqa, Minbic û gelek cihên din.”
Me rizgariya Şengalê pîroz kir
Jina Êzîdî Hûda Hesen, anî ziman ku piştî demekê êdî hêviyên wê yên bê rizgarkirin nemabûn û got, “Dema em dîlgirti bûn, me azadiya Şengalê pîroz kir. Wê demê bi 7 jinên Êzîdî re em li Mûsilê hepsî malekê kiribûn. Dema Şengal hat rizgarkirin, me ew roj pîroz kir. Di wê malê de heya demekê ji bo me televîzyon serbest kirin. Me bi awayekî veşartî li kanalên Kurdî temaşe dikir. Me bi vî awayî zanî ku Şengal hatiye azadkirin. Em pirr keyfxweş bûn. Me ji derve çîkolat anî û li hev belav kir. Ji ber ku jineke Êzîdî ya di nava me de ji wan re got ‘Jinên Êzîdî Şengal ji we girtin’ pirr xwe aciz kirin û dest bi lêdana me kirin.”
Divê bên dadgehkirin
Hûdayê xwest dadgehek ji bo DAIŞ’iyan bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Herî dawî em ji destê wan hatin rizgarkirin. Li Baxozê gelek jin û zarokên Êzîdî hatin rizgarkirin. Divê gel û jinên Êzîdî zilma DAIŞ’ê ti carî ji bîr nekin. Fermaneke mezin bi serê me de anîn. DAIŞ’iyên ev kirin hemû teslîm bûn. Divê hesap ji wan bê pirsîn. Divê bên dadgehkirin. Heger dadgeh bê avakirin, ez dixwazim weke şahid, li min bê guhdarîkirin û ez beşdarî dadgehê bibim.”
Bi 6 kesan re hat zewicandin
Jina bi navê Jiyan Xelîl Îbrahîm a 22 salî jî, ji gundê Koço ye. Jiyan jî weke bi sedan hevalên xwe yên gund, roja fermanê dîl hat girtin. Jiyan Îbrahîm a dîl dikeve destê DAIŞ’iyan, destpêkê dibin Mûsilê, ji wir jî dibin Kerkûk, Enbar, Haleb, Reqa û Babê; û bi 6 kesan re didin zewicandin. Jiyan li Baxozê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin.
Em ji hebûna me dûr kirin
Jiyan Îbrahîm a ku ji temenê xwe bêhtir êş kişandiye, wiha behsa jiyan û serpêhatiya xwe dike, “Em ji rastiya me dûr kirin. Destavêtin bawerî û nasnameya me. Em ditirsandin, digotin, divê hûn hebûna xwe înkar bikin. Destpêkê ez tirsiyam bibêjim, ez Êzîdî me. Ji ber ku ji me re gotibûn, ‘Heger hûn herin gel wan, wê we bikujin.’ Em ditirsiyan. Ji ber vê, dema em hatin, di serî de me nasnameya xwe veşart. Piştî ku em li qampê hinekî man, me êdî zanî rewş ne wisan e. Dûre me got, em Êzîdîne. Êdî wisan bûbû, em biyaniyê xwe bûbûn. Fermana pêk anîn, hîna jî dewam dike.”
Ez jî dixwazim ji wan hesap bipirsim
Hûda Îbrahîm, diyar kir ku gelek êşên mezin hatine serê civaka Êzîdî, bi taybetî jî jinan û axaftina xwe bi wan gotinan bi dawî kir: “Hemû DAIŞ’iyên komkujî kirî, niha dîl in. Divê ji bo van dadgeh bê avakirin. Lazim e ku derkevin pêberî gelan û hesab bidin. Divê hemû cihan vê bibîne. Wan mirov revandin û qetil kirin. Ez jî dixwazim ji wan hesap bipirsim.”