Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê got, “Jin li tevahiya cîhanê di çareserkirina pirsgirêkan de bi hêza pêşeng radibe û hêza xwe ya guhertinê heye.”

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaiyek weşand.

KJK’ê şehîdên jin bi wesîleya 8’ê Adarê bi bîr anî û ji Clara Zetkîn û Rosa Luksembûrgan heta Sakîne Cansiz, Delal Amed, Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Sema Yuce, Şîlan Kobanê, Şîrîn Elemholî, Leyla Qasim, Binevş Agal, Arîn Mîrkan, Viyan Soran, Armanc Goşkar, Çîçek Kûrtalan, Şevîn Bîngol, Avesta Xabûr, Hewrîn Xelef, dayikên Akîde û Taybet, jinên li çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê xeta berxwedanê dihûnin silav kir.

Koordînasyona KJK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava êşkence û tecrîdeke giran de ye bi rêzdarî û hezkirinê silav kir û destnîşan kir ku heta tecrîdê û dîlgirtinê bi dawî bikin û Rêberê xwe azad bikin wê bi rengekî bênavber têbikoşin.

Jin hêza çareseriyê ne

KJK’ê ragihand, ji bo çareseriya krîza li cîhanê, tevger, gel û jinên li Rojhilata Navîn bûne aktorekî girîng û ketine dewrê. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Mîna rola jinan a di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin di çareseriya Rojhilata Navîn de wê rola xwe ya destnîşankirina serdema şaristaniya demokratîk hîn bêhtir bilîzin. Gelên bindest wê bi çanda xwe ya dewlemend rejîmeke siyasî ya bê netewe-dewlet ava bikin, modernîteya demokratîk biafirînin. Paradîgmaya mêr li ber îflasê û têkçûnê ye. Ev êrişên qirkirinê û komkujiyên tên kirin wê dawî li paradîgmaya mêr ê serdest bîne. Paradîgmaya azadîparêziya jinê wê hîn bêhtir bê fêhmkirin. Jin wê li dijî şer û hilweşînê jiyanê biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Em xwedî wê hêz û rêxistiniyê ne ku sîstema kapîtalîst a ku faşîzm û dagirkeriyê dike rawestînin, pêşî li zîhniyeta serdest bigirin ku dijminatiyê li jin û civakê dike.”

Hêza jinê ya guhertinê heye

KJK’ê got, “Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye. Di asta gerdûnî de em dikarin têkoşîna xwe mezin bikin û guhertinê pêk bînin. KJK wê têkoşîneke şoreşgerî û radîkal a guhertineke bingehîn a civakî di sala 2020’an de mezintir bike. Ji ber vê yekê em dibêjin, pêşwazîkirina 8’ê Adarê ya 2020’an di vê çarçoveyê de ji rojeke sembolîk derbas bûye. Ji bo em destketiyên mezin di sala 2020’an de bi dest bixin û armancên xwe pêk bînin, em ê perspektîfa têkoşîna saleke nû bi 8’ê Adarê re bêhtir şênber bikin.”

8ʼê Adarê li qadan bin

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku bi pêşwazîkirina 8’ê Adarê li qadan, sala 2020’an wê bibe saleke welê ku asta azadiyê ya jinên Kurd, hêviya jiyana azad û bidestxistina azadiyê, têkoşîn, berxwedana jinan û gelên bindest wê xurtir bibe. Di vê çarçoveyê de KJK’ê bang li jinan hemûyan kir ku li her devera cîhanê sekn û helwesta xwe bi rengekî girseyî û radîkal nîşan bidin.

Koordînasyona KJK’ê bi berdewamî destnîşan kir ku rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna cewherî û azadiya gelê Kurd e. Zerara ku li jiyana Rêber Apo bibe wê bibe têkçûn û bidawîbûna Komara Tirkiyeyê. Wê di nava hêrsa gelê Kurdistanê, gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û jinan de bifetisin.

Em bang li jinan, gelê me, ciwanên Kurd, jin ên ciwan dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ di 8’ê Adarê de têkoşînê bi rêbaza seferberiyê pêşwazî bikin. Bi navê KJK’ê em dibêjin, em ê bi dirûşma ‘Têkoşîna jinan, xwebûn e, berxwedan e, azadî ye’ rastiya jinê bi serketinê tacîdar bikin. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN