Li Hannoverê jî Kurdistanî li ber Konsolosa Fransayê ya li Eigentorplatz'ê hatin cem hev û eşkeranekirina berpirsyarên komkujiyê proesto kirin. Endama Komîsyona Jinê Cemîle Ustun li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku ew qebûl nakin lêpirsîn li demê were belavkirin û bi vî rengî bikin rewşeke ji rêzê. Ustun got, "Em vê rewşê qebûl nakin." Di çalakiyê de bi zimanê Almanî belavok hatin belavkirin. Li paytexta Swîsre Bernê jî kuştina 3 jinên şoreşger yên li Parîsê hat protestokirin. Çalakî ji aliyê meclîsa mizgîn ya jinê v e hat lidarxistin û bang li dewleta Fransayê hate kirin. Bi heman armancê li bajarê Almanya Frankfurtê jî jinên Kurd meşiyan. Çalakî li ber konsolosxaneya Fransa ya li Bokunhaime Warte pêk hat.
Li bajarê Holanda Den Haagê bi pêşeniya Meclîsa Jinê ya Ronahî, jinên Kurd li pêş Konsolosiya Fransayê hatin cem hev. Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" de pankartên bi wêneyên sê siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin vekirin. Di çalakiyê de der barê komkujiyê de raya giştî hat agahdarkirin. Jinên Kurd ên li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev, li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê çalakiya Nobeda Edaletê dewam kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" ku wêneyên sê şoreşgerên jin li ser bû, hat vekirin. Bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê jinên li Stockholmê dijîn, daketin qadan.
Çalakî bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê û bi desteka Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê li Meyadna Medborgarplatsenê pêk hat. Piştî xwendina sirûda neteweyî ya Kurd, belavoka Komeleya Jinên Kurd a Amara hat xwendin û bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê hat kirin ku ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê bikevin nava tevgerê.
HANNOVER/ BRUKSEL / STOCKHOLM