Li Kantona Qamişloyê, hewldanên jinan ên ji bo Kongreya Neteweyî bi cîvînan didomin.
Di çarçoveya van hewldanan de jinan di bin sîwana Kongreya Star de civîna piştgiriyê û biryardariya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar xist. Civîna jinan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner hat lidarxistin. Bi dehan jin ji saziyên cuda, rêxistin û partiyên cuda tevlî civînê bûn. Her wiha nûnerên Partiya Lîberal, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Partiya Aştî û Partiya Niştiman jî tevli civînê bûn.
Di civînê de hat ziman ku ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî li hemû bajarên Bakurê Sûriyê û her sê parçeyêyên Kurdistanê wê hewldan û israra jinan bidome.
Di civînê de jinan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gelek pêşniyaz kirin û diyar kirin ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dewam bikin.
QAMIŞLO