Meclisa Jinan a BDP'ê ya Serêkaniyê ya Rihayê, ji bo balê bikşînin ser kurdên Rojava yên pişti şerê navxweyî yê Suriyeyê koçber bûne, li avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê daxuyanî da çapameniyê. Jinan, bal kişandin ser pirsgirêkên gelê Rojava yên av, xwarin, star û jiyanê û diyar kirin ku lazim e her kes destê alîkariyê dirêjî wan bike. Jinan dan zanîn ku li wargeha penaberan a li navçeyê hatiye avakirin 25 hezar kes bicih bûne û ji ber ku cih nemaye, welatiyên ku cih nabînin li navçeyê û gundan li xaniyan digerin û di nava şert û mercên pir xerab de dijîn.


Piştgirî xwestin
Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Emine Arslan, diyar kir ku li ser kurdên koçber ê Rojava ambargoyeke dijwar heye. Arslan, da zanin ku koçberên Rojava herî zêde pirsgirêka av, xwarin, cih û war dijîn û di nava şert û mercên zivistanê de bi zahmetiyên pir dijwar re rû bi rû ne. Arslan, da zanîn ku ji binxetê bi hezaran kes koçî serxetê kirine û li vir cih û war bidest naxin. Arslan, destnişan kir ku BDP'ê û Şaredariyê kampanya daye destpêkirin, lê belê ji bo pêdiviyên kesên koçber bi cîh bînin ev kampanya û derfetên wan têr nake û banga piştgiriyê kir. Arslan, destnîşan kir ku niha tenê li navenda navçeyê 6 hezar koçber bi cih bûne û wiha got: "Em wekî meclîsa Jinan a BDP'ê dixwazin hemû xêrxwaz  bi hestiyar tev bigerin û destê alîkariyê dirêjî malbatan bikin."
Meclîsa Jinan a BDP'ê di 20'ê Kanûna 2012'an de bi perspektîfa "Jina bi rêxistin civaka bi rêxistin e" civîn pêk anîbûn û diyar kiribûn ku wê ji bo kurdên  Rojava li Serêkaniyê, Qoser û Weranşarê xebatê bimeşînin. 

DÎHA/RIHA