Li gorî rapora 188 rûpelî ya UNDP’ê, her çendî ji sedî 40 endamên partiyên siyasî yên cîhanê jin bin jî, lê di rêveberiya van partiyên siyasî de rêjeya jinê ji sedî 10 e. Her wiha, di raporê de tê gotin ku rêjeya jinan di parlementoyên welatên cîhanê de kêm û bi awayeke giştî parlementoyên cîhanê ji sedî 20 jêrtir temsîla jinan dikin. Di asta wezaretan de jî rêjeya temlîsa jinan ji sedî 16 ye û di asta serokwezaretan de jî rêjeya jinan ji sedî 5 e.
Li gorî daneyên ji aliyê Yekitiya Parlementerên Navneteweyî ve hatiye aşkerekirin, li cîhanê rêjeya jinan a ji bo serokdewletî an jî serokatiya hikûmetê ji sedî 18 ye.
UNDP di rapora xwe de diyar dike ku her çendî zêdetirê 30 salane di vî warî de xebatên lobî û navneteweyî têne meşandin, lê dîsa jî beşdarbûna jinanan a di nava siyaseta welatên cîhanê de pir kêm e.
Neteweyên Yekbûyî, rola jinan di geşedana welatan de xistiye nava Hedefên Hezarsala Nû ya 2020’ê û di vê çaroveyê de li welatên endam dest bi gelek kampanyayan kiriye. Li gorî rapora UNDP’ê li tu herêmên welatan rêjeya temlîsa jinan nagihe ji sedî 30’ê.
Di raporê de tê gotin ku dema namzedên jin namzediya xwe aşkere dikin, di dema parzandinê de herî zêde jin li paş têne hiştin û partiyên siyasî, ji jinan zêdetir, zilaman çêtir dibînin. Di raporê de tê gotin ku ji ber vê pêkanînê, divê di dema diyarkirina namzedan de ji bo jinan kotayek were danîn. Di raporê de tê destnîşankirin ku nêzîkatiyên dijî demokrasiyê yên di nava partiyan de herî zêde li hemberî jinan tê kirin û navenda biryardanê ya piraniya partiyan, bi awayeke giştî ji zilaman pêk tên û jin li derve têne hiştin.
Ji pêkanînan çend mînak
Di raporê de mînakên van pêkanînên ji hin welatên cîhanê wiha hate rêzkirin:
- Qenedayê ji bo di dema diyarkirin namzedên partiyên siyasî de, hevsengiya jin û zilaman were parastin û piranî pêk were, komîteyek hatiye sazkirin.
- Li Efrîkaya Başûr, bi taybet rewşa parlementerên jin ên xwedî zarok, li ber çavan digirin û li gorî wê rojimêr (teqwîm) û rojevên parlementoyê têne diyarkirin.
- Li Hindistanê Partiya Bhatariya Janata di hemû qedemeyên partiyê de ji sêyan yekê kursiyan daye jinan. Li Almanyayê jî partiya CDU’yê jî dest bi heman pêkanînê kiriye.
SERDAR EROGLU - ANF/AMSTERDAM