Ez di salên 1990’î de gelek caran çûm Kurdistan û Tirkiyeyê,min hingê Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stembol, Izmîr û Amedê nas kir. Û min bi wan re li wir kar kir, ev cara pêşî bû ku bi komên muzîkê yên Koma Amed,Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya re, bi koma şanoyê Jiyana Nû re demeke dirêj li NÇM’ê min kar kir.
Luqman GULDIVÊ
Anina Jendreyko li ser peydebûna fikra projeya lîstika şanoyê ya bi navê Jin Jiyan û Vejîn (Jin Jiyan - Der Aufbruch) dibêje, wê xwe daye ber projeyê ji ber ku ji Şengalê re mirovên bibin dengê wê lazim in. Promiyera vê lîstika şanoyê 6´ê Nîsanê wê li ser dika şanoya bajêr a Theater Krefeld-Monchengladbachê bibe. Li wir lîstik wê heta havînê bê nîşan dan. Anina Jendreyko derhêner û hevhilberînera vê performansê ye. Herçî muzîkê zindî û li ser dikê, Suleyman Çarnewa, Sosin Elenya û Metîn Yilmaz dikin. Jendreyko hîna salên 90´î NÇM nas kiriye û gava ku qeyûman şaredariyên Amedê dagir kir jî, ew di projeyekê de dixebitî ku metna wê ya bi Kurdî ji ber kiribû. Ji bo Jin Jiyan - Der Aufbruch Jendreyko 3 caran diçe Şengalê û di serdana xwe ya dawî de, tîne bîra xwe ku tesîreke mezin a hilweşînê li yekî ji endamên ensemblê dibe; ew li helwêsta xwe ya muhtemel dipirse, ka heger ev zilm û şidet yekser wî bide ber xwe, helwêsta wî wê bibe çi! Ew bi bersiva xwe nizane. Anina Jendreyko wiha dewam dike anektoda xwe: "Hingê yek ji hevalan rabû û got, dev ji vê pirsê bernede, kilîteke veguherînê di nava wê pirsê de ye; li peyxwehiştina mestereyên fikra baviksalar û şidetê ye jî. Ha van herdu zilaman paşê hevdu himbêz kir, her du jî zilamên navsere bûn. Ev hevdîtineke bihêz bû."
Ew bi naskirina penaberên Kurd dest pê dike, Kurdan nas dike. Dest pê dike fêrî Kurdî bibe û pê re jî fêrî Tirkî jî dibe. Em bi vê derhênera şano û hunermenda dika azad re li ser şanoyê, li ser Jin Jiyan - Der Aufbruch û tecrûbeya wê ya bi huner û Kurdistanê re peyivîn.
Vê projeya Jin Jiyan - Der Aufbruch çawa dest pê kir? Çima te da ber xwe?
Rêveberê şanoyê Matias Gerth ji Şanoya Krefeld-Mönchengladbachê di ITI (International Theather Institut – Înstîtuya Navneteweyî ya Şanoyê) de ye. Me hev li kongreya ITI ya cihanê ya 4 salan carekê dît; di wê kongreyê de nûnerên ji qederê 90 welatên dinyayê tên cem hev. Li Segovia ya Spanyayê bû. Em bi hev re peyivîn û min behsa gelek projeyên şanoyê kir ku di wan de hunermendên Kurd jî cih digirtin. Piştî bi çend hefteyan, wî telefonî min kir û pirsî ka ez dikarim projeyeke li ser Êzîdiyan amade bikim. Min got, na ez Êzîdiyan ji nêzîk ve nas nakim. Ji sala fermanê, ji 2014’an ve bi mijarê re elaqedar im, lê beriya hingê min hema wilo ji dûr ve tişt li ser wan bihîstine. Min jê re got, lê ez dikarim li ser bûyereke şênber, li ser vekerina korîdora insanî ya dema fermanê lîstikeke şanoyê amade bikim, ji ber ku ji bo min dengek lazim bû ji bo wê heqîqeta ku Tevgera Azadiya Kurd ew korîdor vekiriye, ew heqîqeta ku bi parastina xelkê li Şengalê û bi vekirina korîdora insanî ya ber bi Rojava ve, van heqîqetan karî pêşiyê bigire li qirrkirineke mezintir ya Êzîdiyan û qirrkirina jinê; heger wisa neba wê qirrkirina sêyem a mezin a di nava sedsalekê de biqewimiya, piştî Ermenî û Cihûyan li dijî Êzîdiyan. Ya din jî ew guherîna di encama vê yekê de di nava civaka Êzîdî de da der ya ku bi vê kirina wan, û bi hebûna wan a li Şengalê guherînek mumkin bû, ha vê bala min dikişand. Ango bala min li ser beridîn û veguherîna ji 2014’an ve bû.
Ji bo min esasî bû ku ez berê awirê xwe nedim mexdûr û qurbanên qirrkirinê yên fermanê û qirrkirina jinan. Helbet behsa wan dikim, mesele ji xwe esasî jin in, lê hêza jinan e. Ji wê werçerxê ve hişyarbûna jinan, ka çawa wan rahişte çarenûsa xwe piştî vekirina korîdorê û azadkirina Şengalê. Wan xwe bi rêxistin kir. Ha ev awir wê li ser vê be ku jinan weke mexdûr û qurbanî stîgmatîze neke, wan weke ku nikarin bibin kirdeyên çalak nîşan nede. J ber ku ev derfeteke, îhtîmala guherînê ye.
Têkiliya te ya destpêkê bi hunermendên Kurd re kengî çê bû? Va ye diyar e beriya Şengalê te Kurd û Tevgera Azadiyê nas kirine…
Ez di salên 1990’î de gelek caran çûm Kurdistan û Tirkiyeyê,min hingê Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stembol, Izmîr û Amedê nas kir. Û min bi wan re li wir kar kir, ev cara pêşî bû ku bi komên muzîkê yên Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya re, bi koma şanoyê Jiyana Nû re demeke dirêj li NÇM’ê min kar kir. Vê yekê gelek tesîr li min kir ka çawa hingê di destpêka salên 90’î û li nava salên 90’î têkoşînek hebû ji bo berfireh û berbelavkirina çanda Kurdî. Û ji destpêkê ve helwêsteke, nihêrîneke berfireh hebû li NÇM’ê; mirovên ji Yewnanistanê hebûn, Laz, Tirk û Ermenî hebûn. Ji destpêkê ve ew pirrengiya herêmê li NÇM’ê jî hebû. Û ev cara pêşî bû ku ez bi hunermendên Kurd re dihatim cem hev.
Ji bo te şano çi îfade dike? Yanî çima şano û ji wê jî wê de şanoyeke çawa ye ya te daye ber xwe?
Ji bo min beşek ji jiyanê ye ew behremendiya ku mirov ber bi yên din ve biçe, pê re têkiliyekê ava bike û bi mirovan re danûstendinekê ava bike. Û li teatrê ev mumkin e.
Dinya îro gelekî zêde bi cihana dîjîtal û teknîkê diyar dibe, şano zindî ye, hema li vir û niha pêk tê. Ji bo min ev xisleteke pirr mezin a teatrê ye. Aktrîst û aktor dengê xwe, bedena xwe û zimanê xwe bi kar tînin, ne bi awayekî teknîkî, yan jî ne bi faktorên mekanîk, lê bi rêya dengê xwe, bi tecrûbeya xwe, bi zimanê xwe û bedena xwe hewl didin ku temaşeker jî keysa beşdariyê lê bînin li tişta ku ew dixwazin îfade bikin, li peyama ew dixwazin bidin. Bi ya min, ev tişteke gelekî muhim e. Bi ya min gava ku şano, aktrîst û aktor bi performansa xwe ya li ser dikê karibin bikin ku temaşekerê li hember bi rastî jî bi wan re hevhest, hevxem bibe, hingê ev înteraksiyoneke yekser e, a ku dikare xwe bigihîne te. Ji ber ku mirovên zindî şanoyê dikin, ev destdana hev a yekser e. Ev helbet pêvajoyeke ku tenê bi hev re dikare bi pêş bê xistin. Ma ne mirovên gelekî cihê tên şanoyê û divê mirov zimanekî hevpar bibîne, yanî divê mirov karibe miamele bike ne jihevcihêbûnê re û li şanoyên ez niha kar dikim, ez bi komên gelekî hetrojen re kar dikim. Ev hatina cem hev, ev muzakerekirina zimanekî hevpar pêvajoyeke mezin e. Lê di heman demê de pêvajoyeke piçûçik e jî ya behremendiya şiyana miamelekirina bi cihêrengbûnê re ye, behremendiya li ser hin xisûsan hatine cem hev e, ji bo ku em bi hev re beranberî dinyayê bisekinin tevî hemû cihêtiyên ku mirovî çêdikin. Lê belê, ev bi hev re xwestin û bi hev re çûna beranberî dinyayê, bi behremendiyên aktrîst û aktoran ên deng, ziman û bedenê mumkinkirina wê keyslêanînê ji bo temaşekeran da ku bi rastî beşdariyê bikin li qewmînê, li serpêhatiyê. Ji ber vê jî ez teatrê di serdema me de jî harîqulade girîng dibînim.
Gelo teatr dikare kerr jî be; helbet, heger teatr berê xwe tenê bide wê yekê bike ku heta jê tê, ez ê jê re bibêjim, hunerekî spektakuler bike, û êdî zêde berê xwe nede pêvajoya ku divê miamele pê re bê kirin ya esasî, hingê erê teatr tenê tê ser bazarekê, bazareke hunerî ku di hunerên bedew de jî pirê caran heye. Hingê jî teatr helbet kerr dibe. Lê belê gelek kesên li şanoyê kar dikin, weke gelek hunermendên hunerên bedew tê de kar dikin, hewl didin da ku ne weke tişt, nesneyên xwedî nirxê bazarê bên firotin; berevajî ew dixwazin di pêvajoya wan a hunerî de hesabê wan bê kirin. Pêvajoya hunerî timî ew derfet e ku civak, pirsgirêkên wê û nakokiyên wê vede, lê vegerîne, nîşan bide. Huner wekî din gelekî girîng e; ya xweşik di huner de mirovan xwedî dike.
Volksbühne Basel berê jî hin kar kirine ku tê de hunermendên Kurd hene, ev Volksbühne Basel çi ye?
Volksbühne Basel, civateke hilberînê ya serbest e, ew ji aliyê şanogerên ji pîşeyên cihê ve yên li dikên azad kar dikin, hat damezirandin. Wekî din gelekî muhim e ku pirrengiya civakê xwe li ser dikê jî bide nîşan, li pişt dikê û her wiha di nava temaşekeran de jî. Heger temaşeker xwe li ser dikê bibînin, hingê maneya wê ew e ku di nava civata hilberîner a şanoyê de jî pirreng e, ew hêmaneke zindî ye. Hingê mrovên gelekî cihê jî tên, lewma derî vekirîne li pirrengiyê.
Û em dixwazin li vir teatrê bikin ku pê miamele bikin bi wan mijaran re ka çawa em li vir di nava civaka xwe de dikarin bi hev re bijîn, çawa em dikarin bi hev re civakê biguherin ber bi civateke azad û hişvekirî. Em dixwazin di vê de weke teatr cihê xwe bigirin. Em ne tenê şanoyê dikin, em çalakiyên piçûk jî dikin, em carinan filman nîşan didin, carinan konseran organîze dikin. Û timî em gelekî zehmetiyê dikişînin ji ber ku di her warî de derfetên me yên madî kêm in.
Kîjan produksiyona we heye ku têde Kurd yan jî daketineke bi Kurdistanê heye?
Selam Hebîbî produksiyona pêşî ya Volksbühne Baselê bû.17 kes li ser dikê bûn. Komeke gelekî heterojen, pirreng û dînamîk bû. Ciwan hebûn, profesyonel, dansvan û muzîkjen hebûn bi me re. Me Romeo û Juliyet weke ku di nava civaka îro ya pirreng de bin, li ser dikê bi gewde kir. Juliyet jineke ciwan a Kurd bû. Muzikjenên Kurd di vê lîstika şanoyê de zindî li ser dikê hunerê xwe îcra kirin. Keseke ji Sarayevo, keseke bi eslê xwe ji Îranê mirovên ji Kosova, Gana û welatên tên. Ev produksiyonek bû ji perspektîfa Juliyetê li ser dikê ruh pê dihat. Ev gelekî nêzîkî wê pirsa civaka koçberiyê weke ya li Elmanyayê ye; keç jî dixwaze xwe ji nava lepên malbatê azad bike. Ji ber ku gelek Kurd di komê de bûn, û yekî ku nivîsî jî ji Başûrê Kurdistanê bû, em hatin vexwendin ku li Başûr performansa xwe îcra bikin, li derve, li bin banê xwedê li Dihokê. Mirovên ji Amedê jî hatibûn. Di encamê de karekî din peyde bû: Şanoya Şaredariyê ya Amedê di wê dema beriya qeyûm de, di dema Gultan Kişanak şaredar de me lîstikeke şanoyê amade kir. Ev adaptasyoeneke Don Quijote (Don Kîşot) bû ku girtiyekî siyasî ji hepsê nivîsîbû. Di vê projeyê de ez aktrîst bûm. Ferhat Keskîn derhêneriya wê kir. Di lîstikê de Şanoya Şaredariyê û koma kesên ji rêuresma NÇM’yê tên ji Don Quijote lîstikeke xurt a rexne li Ewrûpayê digirt amade kir. Ewrûpa Don Quijote bû ku dihat çiyayên Kurdan. Ev karekî gelekî baş bû, heyat bû. Lê mixabin ev kar beriya promiyerê ji ber qedexeyên dewletê di dema berxwedana Sûrê de polîsê Tirk payîzê teatr dagir kir. Axir, sed mixabin e ku me nekarî bi vê lîstika şanoyê derkevin ser dikê. Armanc ew bû ku ev lîstik li seranserê Kurdistanê bê nîşandan. Hingê min tevahiya rola Don Quijote bi Kurdî ji ber kiribû; min ew zilamê baviksalar û feodal ê ji Ewrûpayê dihat, bi gewde dikir.
Di hemû karên min ên li Voksbühne Baselê de, di hemû karên min ên rejiyê de timî hunermendên Kurd, aktrîst,aktor yan jî muzîkjenên Kurd cihê xwe girtine. Sedema wê jî ew e ku peywendiyeke min a xurt heye bi gelê Kurd û tevgera wî re heye. Helbet gelek Kurd li vir dijîn û di nava wan de gelek hunermend jî hene li Elmanya û Swîsreyê. Ev pir muhim e bi ya min tişta ku divê bê gotin, mirov li ser dikê jî bi cih bike. Pê re jî miamele bike û bike ku temaşeker jî beşdariyê lê bikin.
Ji bo Jin Jiyan - Der Aufbruch te amadekariyeke çawa kir? Ma ne va ye muzîk heye, dîmen hene, deng heye.
Piştî ku biryar bû ku ez ê projeya Jin Jiyan - der Aufbruch çêkim, eşkere bû ku ev tenê bi hevkariya bi Êzîdiyan re wê bibûna. Min têkilî danî bi sîwana rêxistina jinên Êzîdî re, ji ber ku ev mijara wan a esasî jî jinên Êzîdî ye. Ji bo min eşkere bû ku divê ez biçim cihê cih. Yanî min ê hem li vir bi rêxistina jinên Êzîdî re bida û bistenda, hem jî lêkolîn bikira li Şengalê, da ku ez karibim lîstikeke şanoyê ya bi vî rengî çêkim. Em cara pêşî dawiya Çileyê 2018´an çûn Şenaglê. Paşê em di Çiriya Paşîn a 2018´an çûm û cara dawî jî tevî komê, ensemblê hemûyî em careke din çûn Şengalê, ji ber ku aktrîst û aktorên ne Êzîdî û ne Kurd jî di navê de ne. Hilberînereke şanoya bajêr jî hevhilberîner e. Yanî divê ez bi aktrîst û aktorên şanoya bajêr re kar bikim ku min nas nakin. Min ev weke derfetekê dît ku pirekê ava bikim. Ev pêvajo hemû ji bo ku em hindik be jî mirov xwe nêzî otantîkbûnekê bike, ji bo min ferz bû. Em ne demeke dirêj li wir bûn. Rêveberê şanoyê jî ev cara yekê bû çûbû Kurdistanê. Ne hêsan bû mirov biçe Şengalê, diviyabû em di ser Başûrê Kurdistanê û Mûsilê re biçin û bi hezaran destûr belge lazim bûn. Ev cara pêşî bû ku ensemble bi hilweşîneke di wê astê de rûbirû bû. Xelkê em vexwendin, em bi gelek mirovan re axivîn. Vê gelekî tesîr li aktrîst û aktoran kir.
Weke hilberînerê serbest, dika azad, mirov tevahiya hilberînê dike, ji hemûyî berpirsiyar e, lê bi dilê xwe ye, herçî şanoya bajêr e, mirov li wir karmend û divê serê xwe li gelek tiştan bitewîne. Mirov nikare gelek tiştan bi xwe bike. Şanoyeke bajêr dezgeheke gelekî mezin e. Weke nimûne, aktrîst û aktorên di Jin Jiyan der Aufbruch de kar dikin, di heman demê de di çar lîstikên din ên şanoyê de kar dikin. Ango ne weke dika azad e ku mirov bi awayekî karibe li ser mijarekê bihizire, bi hev re li ser bişixule. Ev zehmet e, lê di heman demê de derfetek e ku mirov piran ava bike ber bi temaşekeran û her wiha ber bi hunermendan ve. Û muhtemel e ku em bi wan mirovan re peywendiyekê deynin ku heta niha bi mijara Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi wê vejîna li Şengalê re hîç miamele nekirine. Ji ber vê min ev proje qebûl kir, tevî ku min pê dizanî ku gelekî zehmet e. Şert bû ku aktrîst û aktor yekser xwe bigihînin xelkê Şengalê. Ji ber ku azadiya geştê ya xelkê Şengalê ji ber siyaseta Ewrûpa nîne, ji bo me eşkere bû ku divê em biçin Şengalê. Vê serdanê gelek tesîr li ensemblê kir. Pirraniya wan hîna neçûbûn herêmeke şer, ji xwe hîç neçûbûn devereke ku xelkê wê hewl dide çarenûsa xwe diyar bike; weke xelkê Şengalê ku hewl dide civakeke demokratîk ava bike.
Ez dixwazim behsa anektodekê jî bikim. Yek ji beşdaran, ya rastî, asta rûxiyanê gelekî tesîr li hemûyan kiribû. Em êvarê bi hev re li Serdeştê rûniştibûn. Piştre yek ji mêran, piştî ku jê hat pirsîn ka ew çi hîs dike, rabû, got, asta rûxandinê ya li Koço, Til Izêr û bajarê Şengalê heta bi hestiyên wî tesîr lê kiriye. Bi ya wî, ya ku li Naziyan li Rûsya li pey xwe hiştiye bi heman rengî bûye; bi tevahî rûxandin, revandin, destavêtin. Paşê jî wî got, gava ku ew li Koço bû, wî ji xwe pirsiye, heger ew bi vê fermaneke mîna vê ya tundrawiyê re rûbirû bimana, gelo ew ê jî neketa nava wê hevhestiya xwînrijî, zalimiyê! Wî got, ew nikare misoger bibêje, na, lewma bi ya wî amadebûn ji bo şidetê û hilweşandinê, gelekî bûne beşek ji amadebaşiya ji şidetê re ya mêran e! Ew bi xwe re ketibû nakokiyeke cidî de. Helbet weke mirovekî maqûl, wî dê di cih de bigota, na, ez li dijî hiweşandin, şidet û zilmê me. Lê di rûbirûbûna yekser de pirs bi rengekî din li nav dev û rûyê mirovî dikeve. Hingê yek ji hevalan rabû û got, dev ji vê pirsê bernede, kilîteke veguherînê di nava wê pirsê de ye; li peyxwehiştina mestereyên fikra baviksalar û şidetê ye jî. Ha van herdu zilaman paşê hevdu himbêz kir, her du jî zilamên navsere bûn. Ev hevdîtineke bihêz bû.
Em hewl didin bibin dengê mirovên li Şengalê
Ez dizanim tê nexwazî behsa naveroka wê bikî, lê bi xetên giştî, weke temaşekerên Jin Jiyan - Der Aufbruch em ê çi bibînin li ser dikê?
Em hewl didin li ser dikê bibin dengê mirovên li Şengalê. Ez bi xwe hewl didim perspektîfên cihê bidim temaşekeran li ser korîdora mirovî û pê re jî veguherîna ku di nava civakê de dest pê dike. Di dema lêkolînê de, ango destpêka sala 2018´an û Çiriya Paşîn de em bi kamera çûn. Dema ku em bi mirovan re peyivîn me qeyd kirin dîmenê wan. Em bi wan mirovan re peyivîn ku beşdarî vekirina korîdara mirovî ya Şengalê bûne. Em bi gelek jinên Êzîdî re peyivîn, weke berdevkê TAJÊ, hevseroka Meclîsa Xweseriyê ya Şengalê, di şahiyan de em bi jin û mêran re peyivîn. Em bi yekî ji 12 hevalan re jî peyivîn ku beriya fermanê hatibûn Şengalê bûn da ku xelkê li hemberî tehlûkeya heyî organîze bikin. Em bi gelek mirovan re peyivîn û me ew qeyd jî kirin. Em ê li ser dikê qismekî ji van qeydiyan nîşan bidin. Em gelekî bi materyalên vîdeo kar dikin û temaşeker wê mirovên ji Şengalê bibînin. Aktrîst û aktor jî li ser dikê dengê xwe didin wan. Protagonîstek Kurd e. Ew bi xwe bi rola jineke Êzîdî radibe. Li ser dikê divê em behsa Fermanê, korîdorê û destpêka veguherînê bikin. Nexasim di beşa duyem de em behsa hêza jinan jî dikin.
Di lîstika şanoyê de sê zemîn hene. Ji ber ku dengbêj beşeke girîng a çandê ne li Şengal û li cem Kurdan bi giştî jî, ji ber wê muzîkjen li ser dikê ne. Sosin û Suleyman stranbêj in; û Metîn jî muzîkjen e. Em stranbêjên ji Şengalê yekser jî (bi rêya dîmen) tînin ser dikê û helbestên hingê me qeydkirî jî. Ji tevgera azadiya Kurd jî wê stran hebin. Qeydiyên vîdeo wê hebin. Û metnên ku aktrîst û aktor wê bibêjin jî zemînê sisêyan e.