Li Theater Mönchengladbach 6´ê Nîsanê wê ji bo cara pêşî lîstikeke şanoyê ya Anina Jendreyko bê pêşandan û ev lîstik jî encama lêkolînên li Şengal û Başûrê Kurdistanê ye. Lîstik behsa hewldana qirrkirinê ya li Şengalê bi fermana 3´yê Tebaxa 2014´an dike, vekirina korîdora ji bo rizgarkirina wan û ji nû ve avakirina civakî ya li Şengalê, nexasim jî dewra jinê ya di vê jinûveavakirinê de.

Li gorî Volksbuehne Baselê ku vê lîstika Jin Jiyan - Destpêkê bi hevkariya  Ezidischen Frauendachverband e.V. û Goethe Institut a li Iraqê çêkiriye, di lîstikê de perspektîfên cihê ên Êzîdiyan hene di navbera rêûresmê û ya nû de. Li navendê bi xwe hêza jinên Êzîdî heye. Ensembleke tevlîhev a ji şanoger, şanogerên komunî, hunermendên Kurd û Êzîdî bi hev re di bin birêveberiya Anina Jendreyko de ev lîstik amade kirin ji bo ku pireke têgihiştinê ya hunerî ava bikin di navbera kevin û nû de.

Di lîstikê de şanoger Vera Maria Schmidt, Eva Spott, Hêvîn Tekin û Adrian Linke, muzîkjen Sosin Elenya, Suleyman Çarnewa û Metin Yilmaz jî cihê xwe digirin.

Nîşandana pêşî ya lîstikê jî 6´ê Nîsanê saet 20´an tê nîşandan li Theater Monchengladbachê; paşê jî 16´ê Nîsanê, 3, 8, û 26´ê Gulanê lîstik derdikeve ser dikê.

   

ANF / MONCHENGLADBACH