Jinan di çarçoveyê 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê de, li bajarên weke Sêrt, Şirnex, Riha, Edene, Êlih û Colemêrgê, çalakî li dar xistin ku wê heta 8’ê Adarê dewam bikin. Jinan diyar kir ku ew li dijî mirinê jiyanê û li dijî şer jî aştiyê diparêzin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê çalakiyên 8’ê Adarê li geliyê Botanê da. Parlementera HDP´ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Dayîkên Aşitiyê û aktivîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin bi têkoşîna xwe azad dibe, bi azadiyê mezin dibe” hate vekirin.

Aktivîstên TJA´yê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Hezexê jî civiyan. Hevşaredara Hezexê Songul Erdem a qayûm şûna wê dagir kiriye, malavahiya jinan kir û jin vexwendin mîtînga 8’ê Adarê.

Platforma Jinan a Rihayê li Komelaya Jinan a Jiyanê çalakiyên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Parlementera HDP Ayşe surucu, aktîvîstên TJA´yê tevlî daxuyaniyê bûn. Meclîsa Jinê ya HDP´ê ya Colemêrgê jî, bi boneya 8’ê Adarê li avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist.

TJA´yê, li navçeya Êlihê  Hezo bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li dar xist. Şahî li baxçeyê çay a Hezoyê pêk hat. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr, Aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN