Mitînga jinan pêr danê nîvro li Londona paytexta Îngilîstanê dest pê kir. Jinên Kurd bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roj beşdarî meşê bûn. Tevî jinên Kurdan, komên Îngilîz, rêxistinên jinan ên ji Tirkiye, Efxanîstan, Kongo û heta Srî Lankayê bi daxwazên xwe ve beşdarî meşê bûn. Jinan di meşê de dirûşimên tund li hemberî tacîz, tecawiz û tundiyê qêriyan. Jinan di çalakiyê xwe de bal kişandin ku jin herî zêde li welatên ku şer û tundî lê hene têne çewisandin. Jinên ji welatê Kongoyê ya ku di encama şerê navxweyî de 8 milyon kes hatin kuştin û rojane bi hezaran jin lê têne tecawizkirin, bi daxwaza dawî li tacewizê were, jinên Kurd û jinên ji Tirkiyeyê beşdar bûn bi daxwaza dawî li mêtîngeriyê were û jinên Tamîlî jî bi daxwaza bidawîkirina tundiya dewleta Srî Lankayê beşdarî meşêbûn.
Meşa jinan bi qasî du demjimêran berdewam kir û li qada Trafalgarê bi mitîngekê bi dawî bû. Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandin ku tundiya li ser jinê belavê hemû welatên cîhanê bûye û banga xurtkirina yekitiya têkoşîna jinê li hemû jinên cîhanê hate kirin.
Li Kolnê bi hezaran jin meşiyan
Roja şemiyê, bi hezaran jin ji her çar aliyên Ewropayê berê xwe dan bajarê Kolna Almanyayê. Jinên Kurd bi dirûşima “Em Ocalan azad bikin, dawî li qikirinê bînin” daxwazên xwe yên azadiyê qêriyan. Di mitînga jinan de pankartên li dijî tundiyê hatin hilgirtin û tundiya li ser jinê bi dirûşiman hate şermezarkirin. Çalakiya ku jinên Kurd bi kincên xwe yên rengîn ve beşdar bûn demjimêr di 11.00 ji ber Dêra Domê dest pê kir û heta demjimêr 18:00 berdewam kir.
LONDON/KOLN