Li Silopî piştî îlankirina rêveberiyên cehwerî jin xwe bi rêxistin dikin û hewl didin ku ji bo rêveberiyên cewherî bibin pêşeng.

Piştî îlankirina rêveberiyên cehwerî jinên Botanê jî dest bi xebatên xwe yên rêxistinê kir. Li navçeya Şirnexê Silopiyayê jin li gorî rêveberiyên cewherî rêxistinên xwe ava dikin û hewl didin ku pêşengiyê bikin ji rêveberiyên cewherî re bikin. Jinên Silopiyayê li her kolan, kuçe, tax û gundan rêveberiyên xwe yên cehwerî ava dikin û li gorî pêwîstiyan amadekiriyên xwe yên rêxistinî dikin.

Hevseroka Rêveberiya Cewherî ya Silopiyayê Pakîze Nayir got, weke jinan wan di her kêliya têkoşîna tevgera azadiyê de pêşengî kirine û wiha axivî: “Ez di serî de li ser navê rêveberiyên cewherî hemû jinan û gelê me silav dikim. Heya îro jinan di her kêliya jiyanê de pêşengî kiriye ji civakê re û îro jî ev peywir daye ser milê xwe. Di şerê heyî de êşa herî giran jin û dayik dikişînin ji ber vê yekê jin û dayik li gorî vê yekê wê pêşengiyê bikin.”


‘Êşa herî giran jin û dayik dikişînin’

Nayir diyar kir ku rêveberiyên cewherî encax bi rêxistinbûyînek xurt dikare bi ser keve û axaftina xwe wiha dewam kir: “Dema ku me îradeya jinê li her deverê pêk anî, bêguman civak wê karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jin û dayikên me weke her demê bi fedakarî nêzîk dibin û gavê paş ve naavêjin. Di rêveberiyên cewherî de ya girîng ew e ku jin bi rêxistinkirî bin. Ger rêxistibûyînek xurt pêk neyê, serkeftin jî wê ne pêkan be, ji ber vê yekê me dest bi rêxistinbûna jinê kiriye.” 


Li 11 taxan meclîs hatin avakirin

Nayir da zanîn ku dewlet û desthilatdar bi perçiqandina jinê desthilatdariya xwe didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet her tim bi perçiqandina li ser jinê desthilatdariya xwe pêk tîne. Em weke jin û dayik vê yekê qebûl nakin. Di serî de jin baweriya gelê me heye ku bikare xwe bi rê ve bibe û em xwediyê vê hêzê ne.”

Nayir der barê xebatên xwe yên rêveberiyên cewherî de agahî dan û wiha pê de çû: “Em ê yek bi yek bi jin û dayikan re hevdîtinê bikin û pergala xwe ava bikin. Heya niha me di 11 taxên xwe de meclîsên xwe ava kirin. Di meclîsên me de ji bilî hevalên me yên ciwan dayikên me jî cihê xwe digirin. Tenê ne li navendê dê ev xebatên me li gundan jî werin kirin. Ji aliyê tenduristî, perwerde û çandê de jî amadekariyên me hene.”


‘Ev pergal xelasbûna gelê Tirkiyeyê’

Nayir herî dawî got, ew pêşberî pergala dewletê ne lê ev yek nayê wê wateyê ku ew dewleta Tirk nas nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pergal nayê wê wateyê ku em dewleta Tirk an jî ala wan nas nakin. Çapemeniya Tirk weke her demê niha jî bi derewan şaş dide famkirin û yên wan derewan didin kirin desthiladar in. Ev pergal tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê Tirkiyeyê xelas bûne. Heger em rêveberiyên cewherî baş bidin famkirin û gelên Tirkiyeyê jî fam bikin dê her kes bizane û ev pergal ji bo gelên Tirkiyeyê pêdiviyek e.“  


 DÎHA/ŞIRNEX