Tîmên Şehîd Avesta, bi daxuyaniyekê bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku ew ê li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, têbikoşin.

Tîmên Şehîd Avesta bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanî, daxuyaniyek weşand. Wan îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê kir û destnîşan kir ku ew ê wek keçên Efrînê li hemberî wan kiryaran li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, têkoşîna xwe bidomînin û ji bo rizgariya Efrînê pêşengiyê bikin.

Daxuaniya Tîmên Şehîd Avesta wiha ye: Tenê bi tolhildanê wê têbikoşe

   

“Li herêma Efrînê bi boneya cejna jinên kedkar ên cîhanê Tîmên Şehîd Avesta yên keçên Efrînê, 8’ê Adarê di serî de li tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê û li jinên Efrînê bi hestên tolhildana mezin a rizgariya Efrînê pîroz kir. Di heman demê de wan nişan da ku Efrîna ku salek e di bin hemû cureyên dagirkeriyê de ye û herî zêde ji vê dagirkeriyê li ser jinan zor û zehmetî hatiye meşandin, û ev hîna jî dewam dike. Qetilkirina jin û zarokan careke din bi destê dagirkeriyê qirrkirina çandî bi hemû dijwariya xwe dide meşandin; di hundirê vê salê de gelek jin hatin girtin, hatin revandin. Ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyen wê ve tacîz û tecawiz li jinan hate kirin. Ji bo vê Tîmen Şehîd Avesta wek keçên Efrînê encax bi tolhildan û rizgarkirinê li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin û têbikoşin. Em ê bi çi awayî van erişên dagirkeriyê li ser xwe û gelê xwe qebûl nekin.

Yek armanc heye: Rizgarkirina Efrînê

Wek Tîmên Şehîd Avesta, li hember hemû êrişên ku çêbûn û yên wê çêbin, em ê bibin tîmên tolhildana Avesta, Barîn û Amargiyan. Em ê bibin şopdarên heqîqeta rêya wan. Yek armanca me wê bibe rizgariya Efrînê. Ji bo vê ye kê Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku niha şer dikin û têdikoşin û hemû hêzên ku ji bo rizgarkirina Efrînê têdikoşin, em ê hem pêşengiyê ji wan re bikin û hem jî bi wan re bin. Li ser vî esasî, bi germahiya 8 ê Adarê careke din em tevahiya jinên Efrînê pîroz dikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN