Li hember van êrîşan li çiyayên Şengalê Yekineyên Berxwedana Şengalê hatin avakirin û her roja ku diçe tevlîbuna ji bo YBŞ’ê zêde dibe. Herî dawî 12 jinên ciwan yên Êzîdî li Akademiya Şehit Xanê perwerdeya xwe ya leşkerî temam kirin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn. Bi vê armancê merasimek hat li dar xistin. Di merasîmê de tevî jinên ciwan yên perwerda xwe dawî anîn malbat, endama rêveberiya TEVDA Netewî Xemgîn, fermandara YBŞ’ê Hedar Reşît û Gulbihar Maku jî amade bûn.
´Emê tola xwe hilînin´

Di destpêkê de li ser giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Li vê derê ji Fermandarên YBŞ’ê Heda Reşît axivî û da diyarkirin ku niha li çiyayên şengal berxwedanek pir mezin tê li darxistin û wiha dewam kir: “Hevalên li vê derê dawî li perwerdeya xwe anîn wê di xeta Ş Armanc û Ş Jiyan de bimeşin.” Herwiha Heda Reşit got ku ewê bi vê berxwedanê tola gelê me yê Êzîdi yê dibin komkujiya çeteyan re derbaz buyin hilênin. Merasîm bi sondxwarina 12 jinên ciwan bi dawî bü

ROJNEWS/ŞENGAL