8´ê Adarê roja Jinan a Cihanê li gelek bajarên Ewrûpayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Frankfurt: Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê jin civiyan û wan meşek li dar xist. Di meşê de sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Wê jin dinyayê biguherînin’ hate gotin. Saziyên jinên Îranî û Elmanyayê jî tevlî çalakiyê bûn.
Giessen: Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî jinên ji Kurdistanê û jinên ji welatên din li Kirchplatzê kom bûn. Jinan peyama, “Bitirsin, em xurt bin” da.
Dortmund: Li bajarê Elmanyayê Dortmundê jinên Kurd bi pankarat li ser “Bijî 8´ê Adarê” nivîsandî tevlî meşa 8´ê Adarê bûn. Wan alayên TJK-E´yê hilgirtin û timî slogana “Jin jiyan azadî” got.
Reims: Li bajarê Fransayê Reimsê, Tevgera Jinên Kurd û Kolektîfa Mor Sorê çalakiyeke hevpar li dar xist. Jinan bi şîara ‘jin wê dinyayê biguherînin’ dezgehek danî û belavok belav kirin.
London: Li paytexta Ingilîstanê Londonê bi dehan rêxistinên jinan û bi hezaran jin civiyan û şideta dewletê nexasim ya bi destê polîsê dewletê, sîtema baviksalar, mêhtina kedê û şideta li dijî jinê, ji bo sîstemeke wekheviya cinsî 8´ê Adarê bi çalakiyan pîroz kir. Jin li Born Streetê civiyan. Jin ji wir ber bi Meydana Trafalgar ve meşiyan. Li meydanê performansa dansa Las Tesis hat kirin. Peyama jinan jî ev bû: “Jinên niha bibin yek, wê ti carî neşikin”.
Lavrîo: Li Kampa Kurdan a li navçeya Lavrîo a ser bi paytexta Yeynanisitanê Atînayê ji bo 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Jinên li kampê, pêkhateyên KBDH’ê û endamên komên anarşîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Abdullah Ocalan û flamayên YPJ’ê hate hildan.