Seroka Daîareya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mekiye Guzel ya di çarçoveya plansaziyê de civîn pêk anî û tevlî xebatan bû, doktor Derya Etan ya di komîsyona Tenduristiyê de wê xebatan bimeşînin.


‘Em dikarin ji bo Nisêbînê çi bikin’

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Mêrdînê Mekiye Guzel got, dema li Nisêbînê qedexe berdewam dikir li Mêrdînê Koordînasyona Jinan a Nisêbînê hatiye avakirin û wiha peyivî: “Em li ser pirsa, em dikarin ji bo Nisêbînê çi bikin, ji bo jinan çi xebat dikarin bên meşandin, hatin cem hev. Piştî qedexe li beşek Nisêbînê rabû, me jinên Nisêbînê jî beşdarî koordînasyonê kir û plansazî amade kir. Li 6 taxên Nisêbînê yê qedexekirî 40 hezar kes diman. Divê em xwe bighînin wan. Em ê daxwazên wan hîn bibin û li gorî vê tev bigerin.”


Serdanên piştevaniyê

Mekiye Guzel got, li Nisêbînê xaniyên bi kirê tinene û çend malbat li malekê dimînin û wiha dewam kir: “Kesên vedigerin Nisêbînê cihê wan tine. Em ê ji bo vê xebatan bimeşînin. Niha 6 tax bi têlan hatine dorpêçkirin. Em ê li 9 taxan bi malbatan re bin. Em ê mal bi mal bigerin. Em ê rojê bi 30-40 jinî re bikevin taxan. Piştre emê forman tije bikin.”


‘Werin Nisêbînê!’

Mekiye guzelê wekî din got, “Gelê Nisêbînê moral da me. Şerê di nav de hîs dikin, lê ji bo erênîbûnê li ber xwe didin. Ez bang li psîkolog û civaknasan dikim. Bila bên Nisêbînê. Dikarin xebatê ji bo zarokan bimeşînin.”


‘Em dikarin hewzekî ava bikin’

Doktor Derya Etan jî ku di Komîsyona Tenduristiya Koordînasyona Jinan a Nisêbînê de cih digire, got, “Destpêkê wê saziyê îdarî yên bajar bi Midûriyeta tenduristî û walitiyê re têkiliyê deynin. Di xizmetên tenduristiyên yên asta duyem de wê agahiyan berhev bikin û xebatan bimeşînin. Em wek Odeya Tabîban a Mêrdînê, wek SES’ê dikarin hewzekî ava bikin.”

Derya Etanê da zanîn ku li cihên, şer û koçberî hebe hawirên tenduristiyê jî xera dibin û got: “Piştî vegerê mirov bi pirsgirêkên cidî yên starê re rûbirû man. Li 6 taxên ku xanî hatine hilweşandin, yan jî zirar li wan bûye, welatî wê bi vê pirsgirêkê re rûbirû bimînin. Ev rewş ji bo tenduristiyê jî pirsgirêk e. Li hawirên qerebalix, nexweşî belav dibin. Her cureyê pirsgirêkên tenduristiyê dertên holê. Pirsgirêkên jinan yên cuda derdikevin holê.”

Derya Etanê da zanîn ku bi agahiyên KJA û Polîtîkayên Jinan a Şaredariyê, wan formek li ser tenduristiyêamade kiriye û bi vê ew ê jinên ducanî û zarok ji ber wan çûne tespît bikin, û hemû agahiyan heftane bikin rapor, piştre bidin Odeya Tabîban a Mêrdînê û SES’ê. 


 JINHA / MÊRDÎN