
Akademiya HPC-Jin yekemîn dewreya perwerdeya li ser çekan ji jinên bajarê Qamişlo re vekir.
Li ser daxwaza jinên bajarê Qamişlo ji bo fêrkirina bikaranîna çekan, Akademiya HPC-Jin yekemîn dewre doh destpê kir. 60 jinên bajarê Qamişlo tevlî perwerdê bûn.
Dewreya perwerdê ku wê du rojan dewam bike roja yekemîn wê jin li ser vekirina çekan perwerde bibin û roja din jî wê li ser çawayîna avêftina gulan perwerde bibin.Di destpêka perwerdê de Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo Zinarîn Tolhildan girîngiya parastinê, girîngiya perwerdeya li ser çekan û parastina rewa vegot. Piştî ku perwerd bi dawî bibe wê jin bi saetên êvarê parastina taxên xwe bikin.
QAMIŞLO