ROJDA AYDIN / JINNEWS/MÊRDÎN

Ev qederê 3-4 salan e ku li dijî çanda Kurd  êrişên gelekî dijwar tên kirin. Lê li aliyekî jî divê em zû dev ji têkoşînê bernedin û heta dawiyê xwedî li çanda xwe derkevin. Divê em li dijî van êrişan û astengiyan bi hêztir bibin û xebatên xwe li kolan, tax, park û malan dewam  bikin.

Endamên Koma Dengê Jinên Azad, behsa cihê jinê li warê çand û hûne kir; wan got, çand û huner bi destê jinê hatiye avakirin û heger çand û huner tine bin, jin jî tine ne.

Piştî ku bi pêla êrişa dagirkirina tevahiya meydan û mekanên azad ên gelê Kurd bi pêş ket û qeyûmên dewleta Tirk a dagirker şaredarî jî dagir kirin, gelek sazî û dezgehên xizmeta çanda Kurdî, hatin girtin. Lê endamên Koma Dengê Jinên Azad rola jinê di meydana çand û huner de vegotin û jin ji berê ve weke afrînera huner bi nav kirin.

Çand di jiyana jinê de ye 

Hunermenda Koma Dengên Jinên Azad, Sema Ozel Asî, anî ziman ku çand û huner tim bi hev ve  girêdayî ne û got, mirov nikare çand û huner ji hev veqetîne. Sema, diyar kir ku çand û huner ji bo jinan gelek girîng e û got: “Huner jin e. Ji ber ku estetîk e xwezaya huner, jin e. Dema jinek dibe dayik ji zarokên xwe re lorikan dilorîne, stranan dibêje. Bi vî awayî çand û huner bi pêş dikeve. Her wiha huner di xwezaya jinê de bi pêş dikeve. Çand û huner bi xwe ava nebûne. Huner tim di nava jiyana jinê de hatiye avakirin. Dema ku em dibêjin çand ev jî di nava jiyana jinê de heye. Ji ber ku jin dema diçûn çandiniyê  û alavên bi kar dianîn hemû pênaseya çandê bûn.”

Bi huner xweîfadekirin

Sema Ozel Asî, îşaret bi pirsgirêkên dema xebatên çandî û hunerî de kir û got, “Mirov dikare ji dîrokê jî minaka jinên têkoşer ên wekî Eyşe Şan, Meyrem Xan mînak bide. Di dirokê de ji bo huner, hinek jê bê ziman, gelek xebat hatin kirin û di dema van xebatan de jî hin kêşe derketin holê. Pergala baviksalar hatiye avakirin. Jin ji bo vê pergalê bişikîne bi huner û çanda xwe têdikoşe. Dema ku me amûra xwe dida destê xwe û em diketin nava civakê, ji me re digotin evîndarên huner hatin. Jin di bingeha huner û çandê de dixwazin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Jin bi huner dixwaze bibêje, ez li vir im û ez jinek im. Jin estetîk e. Lewra jî di çand û huner de cih û şopa jinê hîn heye û winda nebûye. Em ê nehêlin ku winda bibe.  Em îro bi çanda xwe hene. Dema ku mirov xwedî çanda xwe dernekeve mirov asîmîle dibe. Banga min jli jin û ciwanan ew e ku xwedî li çanda xwe derkevin.”

Stran ruhê jinê derdixin holê 

Hunermenda Koma Dengê Jinên Azad, Kudret Uçuk jî da zanîn ku dema jin huner ava dike bi hêstên xwe çêdike: “Jin di çandê de azadî û cudabûna xwe dibîne. Huner tiştekî gelek mezin e. Çand û huner ji gelek beşan pêk tê. Jin dema stranan dibêjin, xwe azad hîs dikin û dibînin ku huner û çand tiştekî çawa mezin e. Ruhê jinê bi stranan derdikeve holê. Ji ber ku jin dema stranan dibêjin, êş, kêfxweşî û hebûna xwe tînin ziman. Ev qederê 3-4 salan e ku li dijî çanda Kurd  êrişên gelekî dijwar tên kirin. Lê li aliyekî jî divê em zû dev ji têkoşînê bernedin û heta dawiyê xwedî li çanda xwe derkevin. Divê em li dijî van êrişan û astengiyan bi hêztir bibin û xebatên xwe li kolan, tax, park û malan dewam bikin.”

Xelat e ji bo zarokan

Kudret Uçukê got, çand û huner tim girêdayî jinê ye û wiha peyivî: “Jin di hêla jiyanê, xebatê de di pergala baviksalar de, bi kêşeyan re rûbirû ye. Ji ber vê, divê em li hemberî van tiştan serî hildin û ji hêla huner ve xebatên xwe dewam bikin. Heta ku ji destê me tê, divê em xebat û afirandinên xwe xurttir bikin. Dema ku em di warê afirîneriyê de bi hêz bin, em ê zextên ku li dijî me tên kirin têk bibin. Ji bo van hemûyan jî xebat pêwîst e. Destpêka çand û hunerê jin in. Ji bo xwe bînin ziman, çand ji bo jinan girîng e. Jinan ji destpêka dîrokê heta roja îro dev ji huner bernedaye û têkoşîna xwe tim dewam kiriye. Em bawer dikin ku têkoşîna jinê wê îro jî dewam bike. Em ê çand û huner di paşerojê de diyariyî zarokan bikin.”

‘Jinên ciwan divê bibin mînak’

Kudret Uçukê bi bîr xist ku ew di 2006’an de tevlî xebatên çand û huner  bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji zaroktiya xwe ve vî karî dikin û îro hîn jî dikin. Her çiqas êriş li dijî me hatin kirin jî weke Koma Dengê Jinên Azad me dest ji kar û xebata xwe berneda. Çi dibe bila bibe em ê dest ji hunerê bernedin. Van herdu salên dawiyê, ji ber ku saziyên me hatin girtin, em hinekî belav bûn. Lê em îro careke din tên gel hev û xebatên xwe dewam dikin. Bila her kes xwedî li çandê derkeve û dev ji huner bernede. Çand û huner hebûn û paşeroja me ye.  Bi taybetî jî jinên ciwan divê xwedî li huner derkevin û ji civakê re bibin mînak.”