Bi armanca xweparastinê, endamên meclisên Dêra Zorê yên jin fêrî bikaranîna çekan dibin.

21 endamên ji meclisên jinan ên El-Kîsrat û El-Cezratê, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl û Komîteya Jinan a Meclisa Qanûnsaz beşdarî perwerdeyê bûn.

Li ser vê mijarê, endama Meclisa Jinan a El-Cezratê dibêjin, wan xwestiye fêrî bikaranîna çekan bibin ji bo parastina herêmê ji tehlûkeyan û  xweparastinê jî manedar bikin.

Tê payîn ku hemû jinên endamên saziyan ji bo bikaranîna çekan bên perwerdekirin.

 

ANHA/DÊRA ZOR