Dema mirov li dîroka mirovahiyê dinêre dibîne ku jin bi awayekî xwezayî ji mêr zêdetir bi ziman re têkildar e. Di dema bervekirinê de jî, mêr bi giranî nêçîrvan bû, cihana zimanê wî jî li gor vî karê wî bû. Jinan ne tenê zarok mezindikirin, bi zarokan re mêwe, pincar, hêk dicivandin, ji bo xwarinê amadekirin. Di dema vê pêvajoyê de azmûnên xwe dada zarokan, li gel wê di têkiliya nava zarokan de, lorîkan di giyana zarokan de rûniştin dayînê de jin biresera yekemîn bû. Ev rola wê ta vê roja me hatiye. Lema jî mirov bi hêsanî dikane bibêje; di pêşvebirin û geşandina ziman de rola herî mezin jinê lîstiye. Li welatê me hetanê salên heştêyî jî, piraniya jinan nediçûn dibistanên tirkan, têkiliya jin û zimanê tirkî gelek kêm bû. Lema jî di nava malên kurdan de zimanê serdest zimanê adyîkê ango kurdî bû. Bi wê re girêdayî çand, anane û kevneşopiyên kurdewarî serdest bû. Bişaftin tenê di nava mêran de pêşketibû. Bi salên heştêyî re serkarên tirk ji bo ku bişaftinê bilezînin, kurdan jî di nava ziman û çanda xwe de bihelînin, berê proje û planên bi fêrkirina zimanê tirkî bişaftina kurdan xistin qada jiyanê. Ji van planan yek qaşo perwerdeya jinan bû.
Yek jî bêguman medya dîtnêr bû. Di medya dîtnêr de fîlm û rêze fîlmên di cihanê de wek fîlmên keskesor tên zanîn, bi bernameyên mijuliyan re weşandin. Dema mirov fîlmên di salên heştêyî de hatine kişandin dinirxîne, dibîne ku bi giranî bê naverok, li ser bingehên tiştên qerfî, pêkenok û devhêranê rûniştine. Ev hilbijartineke zanistî û bi armanc bû. Wan ev jî bes nedîtin, li aliyekê qedexeyeke tund û li aliyekî jî bi boneya ewlekariyê û qaşo şerê li dij cûdaxwazan bi milyonan kurd dan koçberkirin. Di encamê de hemû jin hatin asîmîlekirin. Zimanê jinan yê rojane bû tirkî, ango bi bişaftina jinê re zimanê tirkî bû zimanê serdest. Ji ber ku tu tevdîr û amadeyîyên me nebûn, mixabin ku bişaftin bi ser ket. Li vir Ewropayê jî em vê rewşa malxirab dibînin. Pirsgirêka yekemîn tirkî ye, gelek malbat hene ku bi xwe tirkî nizanin, lê zarokên wan bi kurdî nizanin, bi tirkî diaxivin. Kurdên me yên tirkî nizanin jî rêzefîlmên tirkan sêr dikin. Mixabin ku di TVeyên kurdî de bername û rêzefîlmên bikanin pêşî li vê malxirabiyê bigirin tune. Ev bi serê xwe kêşeyeke mezin e.
Pirsgêrêka din jî bişaftina bi almanî ye. Li vir deh pazdeh sal berê dayîkên kurd bi almanî nedizanin, jiwê zarok tev de bi kurdî diaxivîn, kurdî baş fêm dikirin, me ji dersdayînê zewqeke taybet digirt. Dayîkan jî wê demê dersên kurdî dixwestin. Lê di van salên dawiyê de dayîkên li vir xwendine, zimanê wan ê serdest êdî almanî ye. Bi zarokên xwe re nîva nîv bi almanî dipeyivin, ji wê zarok bi almanî difikirin, kurdî li ser têkçûnê ye. Tenê dayîkên bi almanî dipeyivin, dersên almanî ji dersa kurdî giringtir dibînin. Naxwazin ku zarokên wan biçin dersên kurdî. Hin ji wan dayîkan dersên lîstik, muzîk, olî, vala derbas dibin, li ser daxwaziya zarokan tên hilbijartin AG, ango dersên alman didin ji kurdî giringtir dibînin. Lê dayîkên hê nehatina bişaftin vê nakin. Hin zarok dema neyên, li ser pirsa me, dibêjin: “Mama got neçe!” Tu zarok nabêje; “papa got neçe!” Bi gotineke kurt û kurmancî bingehê ziman jin in, dayîk in.
Hetanê dayîk bi dil û can berê xwe nedin kurdî, bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin jî, pêşî li vê bişaftinê nayê girtin, dilê tu kurdî jî li kurdî germ nabe. Bi hewldanê meşek, çend protesto û çend şevên çandê ziman bi sernakeve. Divê jin, tenê jin li ziman xwedî derkeve, banga min li hemû nijadkurdên kurdîhez ev e; werin em tenê jinan hînê kurdî bikin, em bi wan bidin peyitandin ku ew zimanê kurdî di nava malê de bikarbînin. Eger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin, emê bi ser nekevin. Bi dîtina min tenê û tenê “jin ziman e, û ziman netew we. Ango netew jin e, dema jin li xwe xwedî dernekeve netew têk diçe.