Jina bi navê Hediye Cengîz ya 78 salî ya sedî 68 berasteng nexweşa Alzheîmer a kor û ker ya ku ji Sêrtê koçî Tarsûsê kirbû ji bo ku rapora tendirûstiyê bigre çû Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê, lê ji ber ku Tirki nizanibû bijîjk bi hînceta ku "Ez ragihandinê nikarin li darbixim" nexweşa giran derman nekir.


'Dibêjin fêrî Tirkî bibe'

Nexweşa ku ji aliyê bijîjk ve ji ber ku Tirkî nizanî bû nehat derman kirin bertek nîşanê ve yekê da û got: "Ez kurdim, Tirkî nizanim. Ez bûme 80 salî ji dest û nig ve ketime. Ez roja ku ji dayîk bûnê heta niha Tirkî nizanim, ezê piştî vê salê xwe çawa hînê Tirkîbikim. Ez pir bûme divê bijîjk zimanê min nepirse, pirsgirêk ên minê tendirûstî bipirse û alîkariya min bike"

´Rapor nedan me´

Kurê Hediye Cengîz, Mehmet Şîrîn Cengîz jî diyar kir ku ji bo ku ji dayîka xwe re raporê bigri serî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê dane û wiha got: "Ji bo raporê bigrim min dayîka xwe bir gel hemû bijîjkên ku di raporê de cîhdigit herî dawî min bir gel Bijîjkê çavan yên bi navê Erdem Dînç. Bijîjk ji dayîka min tiştek pirskir min jî vê demê ji bijîjk re got dayîka min Tirkî nizane, ez dikarim bibim alîkar dema min wisa got dayîka min derman nekir, di nîvî de hîşt bi şiklekî ku min nikarîbû bixwenda nivisek li ser raporê nivisînd. 2 roj piştre ez çûm lijneya tendirûstiyê bijîjkê ku di lijnê de ji min re got pêwîste tu dayîka xwe çarek din bibe gel bijîjkê çavan. Ji ber ku wê rojê bijîjkê çavan yê bi navê Erdem Dînç li wir nebû ez hefteya din çûm bîjîj min jê re got we nivisek li ser raporê nivisandiye min baş nexwend û ez disa şandim gel we û Bijîjk ji min re got 'ez bi nexweşre ragihandinê nikarim li darxim.'

´Cihêkariyê dikin´

Seroka Şaxa SES'ê Mêrsînê Selman Gunbat jî diyar kir ku pêwiste êdî di saziyên dewletê de xizmeta zimanê zikmakî ya yeksan û biqalîte bikeve nava jiyanê û wiha got: "Ji ber ku zimanên gelê vî welatî nayê qebûl kirin ev pirsgirêkana derdikevin holê. Wek SES'ê daxwaza me ya xizmeta zimanê zikmakî ya yeksan û biqalîte heye. Di vê bijîjk sond xwarina Hîpokratê bine bîra xwe û tu cûdahiyan nekin. Ne girêdana bi sondê re nayê qebulkirin. Divê di demek kurt de ji vê xeletiyê bizivirin."

DÎHA/MERSÎN