Zebîhî xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye û Endama Desteya Rêveber a Encûmena Jinên Azermêhrê ye. Herwiha endama rêxistina zarokan, yêkîtiya karkerên bêkar û ji kar avêtî û di encûmena edebî ya bajarê Merîwanê de jî çalake û gelek kampanyayên li dijî kuştina jinan, zarokan, qetlên li ser namûsê, sinetkirina jinan û çalakiyên mafê mirovan de beşdar bûye.


6 sal li girtîgehê ragirtin
Hêjayî gotinêye Zebîhî ji ber nêrînên siyasî 6 salan di girtîgehên Îranê de maye. Zebîhî pirtûka ’’Sinetkirina Jinan’’ a Ronak Ferec ji zimanê Kurdî wergerandiye ser zimanê Farisî û pirtûka bi navê ’’Qêrînên Agir’’ ku lêkolînek derbarê xwe şewitandina jinan de ye li Kurdistanê ji bo çapê amade kiriye. Li gor nûçeya BasNewsê Zebîhî endama Komîteya li dijî şidetên namûsê ye. Komîte di dema kevirbaran kirina Duayê de hat damezrandin. Xelata mafê mirovan a Reha, ji aliyê rêxistina Sodwind a welatê Awustriya bo xebatên Zebîhî di warê hewildana pêşxistina mafê mirovan de li Îranê pêşkêşî wê hatiye kirin. Merasîma fermî ya pêşkêş kirina xelatê di 25’mîn rûniştina Şêwira Mafê Mirovan a Genêve de tê lidar xistin.

BANE