Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 22’ê Kanûna 2019’an de li Demîr Otel a Amedê pêk hatibû. Encama konferansê bi daxuyaniyekê hat ragihandin.
Encamnameya konferansê wiha ye: “Çend xalên sereke yên konferansê weha ne: “Heta Kurd nebin yek di serî de jinên Kurd, li çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtinger xilas nabin.
Em dixwazin bi baweriya xwe ya têkoşer û berpirsiyar bang li siyasertmedarên Kurd û gelê Kurd bikin; jinan di yekîtiya Kurdan de weke hêzeke mezin qebûl bikin.
Ji bo azadiya Kurdan nêrîna jinan, daxwaza yekîtiyê em derdixin pêş.
Yan em ê bibin yek yan jî em ê yek bi yek tune bibin.
Daxwaza ku Eyşe Şan xwest li Amedê were defînkirin em wek jinên Kurd li ser xwe wasiyet dihesibînin û em ê israr bikin ku gora Eyşe Şan ji Buca/Îzmîrê bînin Amedê.”
AMED