Foza Yusif: Jin wê cejna xwe bi serketina li hemberî DAIŞ’ ê û bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê pêşwazî bikin. Têkoşîna jinên Kurd û mezopotamyayê bandoreke dîrokî li ser tevahiya mirovahiyê kir. Îrade û hêza jinan heye ku vê rêya berxwedanê heta azadiyê bi ser bixin.

STÊRVAN BÊRÎTAN/  ANHA/QAMIŞLO

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif, der barê rewşa siyasî ya li Rojavaye Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de peyivî. Foza Yusif bal kişand ser destketiyên jinan û got, “Sala 2019’an jin wê cejna xwe bi serketina li hemberî DAIŞ‘ ê û bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê pêşwazî bikin. Têkoşîna jinên Kurd û mezopotamyayê bandoreke dîrokî li ser tevahiya mirovahiyê kir. Di biharê de wê jin serketina xwe ya li dijî DAIŞ’ ê îlan bikin. Her wiha jinên Efrînê jî ku ne li ser axa xwe ne, bi êşeke pirr mezin cejna xwe pîroz dikin. Jinan êdî biryara azadiya xwe daye û ev meşa azadiyê, çiqasî berdêlên wê giran bin jî, wê werin dayin. Jinan di nav van her heft salên şoreşê de gelek destketî misoger kirin. Ji ber ku şerekî azadiyê tê meşandin û ji vî şerî re jî berdelên mezin divên. Îrade û hêza jinan heye ku vê rêya berxwedanê heta azadiyê bi ser bixin.”

Jin ji vê hovîtiyê re bê deng nema

Foza Yusif  li ser rola  jinan  jî ev nirxandin kir: “Tişta herî balkêş di van salên şer de rola têkoşîna jinan a li dijî DAIŞ’ ê bû. DAIŞ sîstema qirêjiya zêhniyeta desthilatdar ya mêr temsîl dikir. Pênaseyeke DAIŞ´ê jî ew dijiminê jinê ye. Zilmeke mezin ji hêla DAIŞ’ ê ve li dijî jinê hat meşandin, lê li pêşberî vê yekê jî şerê jinan li dijî DAIŞ’ê ev pûç kir û têkoşîna jinê watedar kir. Kiryarên ku DAIŞ’ê li ser jinê pêk anîn, ew kiryar in ku aîdî wê serdemê ne ku dîrokê de weke sedsalên çaxa navîn tên binavkirin. Ji ber ku wan deman jin li bazaran dihatin kirrîn, firotin û kolekirin. Di sedsala 21’ê de jî jin ji hêla DAIŞ’ ê ve bi vê yekê re rûbirû hatin hiştin. Mînakên wê jî li Şengal û gelek deverên din hatin dîtin. Lê jin ji vê hovîtiyê re bêdeng nema û di kesayeta YPJ’ê de tola dîrokî ji DAIŞ’ê hat hilanîn. Divê ku tevahiya jinan ji vî şerê qirêj encameke mezin derxînin û parastina xwe bi xwe bikin.”

Dixwazin aloziyê zêdetir bikin

Foza Yusif li ser aloziya siyasî ya li Sûriyeyê jî wiha peyivî: “Ev bû sê sal ku li Sûriyeyê alozî di navbere rêjîma El-Esad û hin rêxistinên di hundir û derveyî Sûriyeyê de heye. Ji sala 2018’ an û vir ve êdî dewlet ketin dewrê û mînakên vê yekê jî li Efrîn û Idlibê li ber çavan e. Her wiha piştî rewşa Dereya û Xûtayê, rola dewletên navneteweyî yên ku ji bo Sûriyeyê di nav pevçûnê de bûn, hîn bêhtir derket holê. Ji ber ku DAIŞ ber bi tinekirinê ve diçe, gelek kes li bendê ne ku aloziya li Sûriyeyê bê çareserkirin. Lê weke tê texmînkirin, çareseriya li Sûriyeyê ewqasî ne hêsan e. Ji ber ku hîna gelek mijar hene ku çareserî ji wan re nehatiye dîtin. Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di  mijara Idilibê de ti zelalî nîne û ti çareseriya siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê nehatiye dîtin. Armanca dewletên navneteweyî û herêmî ne çareserkirina aloziyê ye, berovajî vê yekê, dixwazin ku aloziyê geştir û zêdetir bikin.”

DAIŞ li ser ewlekariya cihanê tehdît bû

Endama Koordînasyona Kongreya Starm Foza Yusif, di dawiya axaftina xwe de bal bire ser pêngava Bagera Cizîrê jî û got, “DAIŞ hovîtî û dijmirovahiyê temsîl dike. Li hemberî DAIŞ’ ê şerekî dijwar hat kirin. Navenda vî şerî jî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Suriyê bû. Di vî şerî de gelek berdêlên bi nirx û mezin hatin dayîn. Sedema van berdêlan jî ew bû ku gelê van herêman ji hovîtiyê rizgar bibin û di welatê xwe de azad û aşîtiyane bijîn. Gelê van herêman jî li hemberî hêzên parastinê QSD,YPG û YPJ’ê deyindar in. Ji ber ku fedakariyeke pirr mezin hate kirin. Şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina ax û gelê xwe bû. DAIŞ hêzeke welê bû ku tehdîd bû li ser tevahî ewlekariya cihanê. Ev yek tê wê wateyê ku bi navê mirovatiyê şerekî mezin li dijî DAIŞ’ ê hatiye meşandin. Dibe ku ji hêla eskerî ve DAIŞ ber bi xelasiyê ve diçe, lê ji hêla çandî û civakî ve hîna gelek texrîbat hene ku demeke dirêj jê re divê heta ku were çareserkirin.”