Meclîsa Jinê ya Sara, ku li bajarên Bonn û Meckenheîm ên Elmanyayê dixebite, kongreya xwe ya 5. li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk anî. Dûre rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin. Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 22 kesan hat hilbijartin û hevserokên ji 3 kesan pêk tên, hatin diyarkirin.

Meclîsa Jinê ya Roza ya li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê kongreya xwe ya 5. lidar xist. Aktîvîsta YJK-E Bêrîtan Nisêbîn di axaftina xwe de bal kişand ser referandûmê û diyar kir, li hemberî zîhniyeta tekparêz a ku vîna jinê û mirovan nas nake, divê dengekî xurt ê NA were dayîn. Di kongreyê de ji bo rêveberiya nû 31 kes û ji bo hevserokatiyê jî Fîlîz Dogan, Aysel Kirmizioglan û Meryem Karataş hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî, Meclîsa Jinê ya Amara kongreya xwe pêk anî. Bi wesîleya 4’ê Nîsanê şitil li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin çandin.  Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 23 kesan hat hilbijartin û kongre bi qîrîna dirûşma “Jin jiyan azadî”, “NA, NA, NA ji dîktatoriya şexsekî re” qediya. 


 FRANKFURT/BONN