Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Înîsiyatifa Jinên Sûrî Nûjîn Yûsif li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û rola jinan axivî û got: “ Divê hemû jinên Kurd û Ereb jiyana hevbeş bingeh ji xwe re esas bigirin. Jin niha di şoreşê de pêşengtiyê dikin. Di rewşa Sûriyeyê ya niha de ya ku herî zêde ziyanê dibîne jin e. Jin aktora sereke ya civakê ye û lewre pêwîste jin rola xwe ya sereke ji bo bi dawî anîna êşa hemu jinan bilîze.”
Yûsif, balkişan ji bo rizgarkirina civakê divê hemû jin dest bidin hev. Her wiha Yûsif, li ser girîngiya li darxistina konferansa Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ya ku beriya niha li bajarê Qamişlo hatibû li darxistin axivî .
Yûsif, destnîşan kir ku Înîsiyatifa Jinên Sûriyeyê pireke girînge di guhertina civakê de û ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk dixebite.
EFRÎN