ALÎ GULER
Berlinale yan jî Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlinê, ev 70 sal in tê lidarxistin. Festivala îsal piştî 10 rojan îşev bi belavkirina xelatan bi dawî dibe. Di berlinale de îsal filmên jinan derketin pêş.
Serpêhatiya vê festîvala dîrokî ya bi navê xwe yê orîjînal Internationale Filmfestspiele pirr dûr û dirêj e. Destpêka festîvalê heta Şerê Cihanê yê Dûyemîn diçe. Piştî şer bi 6 salan li rojavayê bajarê Berlînê, Hezîrana 1951’ê festîvaleke bi vî rengî dest pê kir. Hingê di salonên cuda de hat çêkirin. Lê Berlinale sala 1957’an jî hat Zoo Palastê. Heta ku 1990´î bi yekbûna herdu Elmanyayan rewş hê nû guherî. Berlinale despêkê fîlmên mijarê wan wan civakî bûn, didan nîşan. Lê nasnameya festîvalê sala 1960’î derdikeve holê. Ev nasnameya polîtîk ber bi salên 1970’yî ve zelal û eşkere bû. Ji vir û bi şûn ve Berlinale li gorî Venedîk û Cannesê zêdetir siyasî ye. Festîvalê tenê bi beşa pêşbirkê dest pê kir. Lê îro, beşên Panaroma, Forum, Berlinale Special Generation, Perspektive Deutsches, Berlinale Classics û gelekên din lê zêde bûn. Her sal di van beşan de qederê 400 filmî tên nîşandan. Filman li Bernlinale Palast, Cinemaxx, Zoo Palast, Friedrichstadt-Palast, Delphi Filmpalast û bi dehan salonên din ên Berlînê tên nîşandan.
Îsal rêveberê festîvalê Dieter Koslick piştî bi 20 salan cihê xwe ji Carlo Chatrian û Mariette Rissenbeek re hişt. Pê re jî di festivalê de hinek beş hatin guhertin hinek jî dewlementir bûn. Xeta Berlinale ya polîtîk û siyasî her weha bi rêveberiya nû ve jî dewam dike. Îsal xelata bi navê Alfred Bauer hew tê dayîn, ji ber ku hat îddîakirin, têkiliyên Alfred Bauer bi rejîma Nazî re hebûye.
Di bernameya îsal de bi giştî 340 film hatin nîşandan. Ji van 18 film ji bo xelata festivalê ya “ Hirça Zêrin” di pêşbirkê de bûn. Film zêdetir polîtîk, cîvakî bûn li ser mijarên şer, xizanî û bêedaletiya cihanê bûn. Ji komkujiya Kamboçiya heta jiyana Hillary Clinton, gelek belgefilmên polîtîk ên dîrokî hatin nîşandan.
Berlinale dibe festîvala jinan
Di Berlinale ya îsal de ya herî girîng jî rola jinan bû. Jin bi film û nêrinên xwe mohra xwe li Berlinale dixin. Di festivalê de bi tevahî 137 filmên derhênerên jin hatin nîşandan. Rêveberiya Berlinale, ji bo wekheviya jin û mêr peymanek îmze kir. Ji bo wê jî ji 340 filman, 137 yên derhêner jin in. Siberojê rêjeya jinan li Berlinale wê zêdetir be.
Em li filmeke belkêş binihêrin. Derhêner Karim Aïnouz diçe welatê bavê xwe Cezaîrê. Li vir fikra xwe diguherine, di 8 ê Adarê de jinekê dişopîne. Belgefilmeke pirr polîtîk e. Dîsa di aliyê din de xelatên herî girîng yên Berlinale, îsal dan du jinan. Xelata rûmeta ya Berlinale ya îsal dan lîstikvana navdar Helen Mirren, ya Kamerayê jî Ulrike Ottinger wergirt. Derhênerên jin îsal ji bo xelata “Hirça Zêrîn” jî gelekî bi şens in. Yek ji wan vê xelatê bigre, ev ê nebe surprîz.
Bi rêya sînemaya yê tekoşîna li dijî faşîzmê
Komkujiya Hanau jî nehat jibîrkirin û hat şermezarkirin. Her sal yek yan jî du filmên li ser rejîma Nazî tên nîşandan. Îsal filma bi navê “Persian Lessons” (Dersên Farisî) li Berlinale Special Gala de hat nîşandan. Film li ser çîroka xortekî cihû û fermandarekî Nazî disekine. Xortê cihû ji bo neyê kuştin, dibêje “Ez Fars im”. Fermandarê Nazî jê dixwaze kû wî fêrî Farisî bike. Xortê ji bo ji mirinê bifilite, ji xwe re zimaneke taybet çêdike.
Filma din a bi heman mijarê, belgefilma “Golda Maria” ye û ew behsa kampên Naziyan dike. Di belgefilmê de dîmenên kevn hatine bikaranîn.
Filmên derketine pêş
Xelatên festivalê îşev (şemiyê) wê bên eşkerekirin. Ji bo xelata Hirça Zêrîn, derhênera jin Eliza Hittman bi filam xwe “Never Rarely Sometimes Always” gelek bi şens e. Film, behsa jineke 17 salî û meseleya kurtajê dike. Film bi zimanekî hêstarî hatiye hûnandin. Derhênerê Elman ê bi eslê xwe Efxan jî bi filmê xwe ya bi nave “Berlin Alexanderplatz” balê dikişîne ser mijara koçber, mafiya û jiyana bajarê Berlînê. Filmê derhêner Sally Potter a bi navê “The Roads Not Taken” jî bi nihêrîna femînîzmê têkiliya jin û mer tîne ser ekranê. Di filmê de Javier Bardem û Salma Hayek rol dikin û şensê vê filmê jî heye.
Derhêner Kelly Reichardt jî bi filma “First Cow” (Çêleka Yekemîn) ne dûrî xelata “Hirça Zêrîne” e. Film behsa parçeyekî ji jiyana Emerika ya destpêka sedsala 19’an dike.