Şideta li dijî jinê, di şexsê hewldana kuştina Meryem Şahîn a 1’ê Gulanê mêrê wê yê berê hew da wê bikuje, li Londonê hat rûreşkirin. Meclîsa Ronahî ya Den Haagê jî bi çalakiyekê şidet û qirkirina li djî jinan a bi destê mêran rûreş kir. Li bajarê Elmanyayê jî ev zêhniyeta desthilatdariya mêran di şexsê dewleta Îranê û miameleya wê bi girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan re hat rûreşkirin.
Rêxistinên jinan li Londonê ji bo piştgiriya Meryem Şahin çalakiyek li dar xist. Kevnemêrê wê hewl da bû 1’ê Gulanê wê bi kêrkirin û şewitandinê li bajarê Elmanyayê Hamburgê bikuje. Çalakî bi tevdîrên mesafeya fizîkî pêk hat. Endamên Yenî Kadin, Navenda Çanda Elewî ya Enfieldê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, komîsyona Jinan a Alxasê, Komîsyona Jinan a Kurecigiyan, Mala Cemê û
Tevgera Demokratîk a Jina li Ewrûpayê beşdarî çalaiyê bûn. Jinan li dijî şidetê peyama bêhtir xwebirêxistin û xweparastinê da.
Dewletê Ibrahîm Gokçek qetil kir
Meclîsa Jinan a Ronahî a Den Haagê jî li ber parlamena holanda ya li Den Haagê şideta li dijî jinê û qirkirina xelkê Dêrsimê şermezar kir. Nûnerên meclîsê bang kir da ku li dijî şideta li dijî jinê xwebirêxistin bê xurtkirin. Wan bal bire ser piştgiriya jinan û îşaret bi dewra dewletê di şideta bi destê mêran a li dijî jinê kir. Jinan di salvegera qirrkirina xelkê Dêrsimê de, qirker jî rûreş kirin û ji ber şehîdbûna Ibrahîm Gokçek jî sersaxî ji malbat, dost û hevrêyên wî re xwestin. Jinan dewleta Tirk weke qatilê Ibrahîm Gokçek bi nav kir.
Zeyneb û girtiyên din ên siyasî berdin
Li bajarê Elmanyayê Munchenê ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî, çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan, ji bo Celaliyan a ku bi îdîaya edametiya PJAK’ê girtî ev çalakî kir. Meclîsa Jinan SARA û Meclîsa Civaka Kurd li ber konsolosxaneya Îranê hem cezakirina neheq û hem jî êşkeceyên di hepsê de li Zeyneb Celaiyan tên kirin, protesto kirin. Çalakgeran bi bîr xist ku siheta Zeybep Celaliyan ne baş e, û xwest wê û girtiyên din ên siyasî tavilê berde.
NAVENDA NÛÇEYAN