Bi hezaran jin di mîtînga li qada tenişta avahiya BDP’ê ya Cizîrê li hev kom bûn û Xweseriya Demokratîk pîroz kirin. Di mîtîngê de tenê jin amade bûn û zilaman jî li derve temaşe kirin. Di mîtingê de alên kesk, sor û zer, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Berîtan, alên YJA-Starê, PKK û HPG’ê hatin vekirin.
Di mîtîngê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna axivî û daxuyaniyên rayedarên dewletê yên der barê Xweseriya Demokratîk re rexne kir. Ayna, anî ziman ku Xweseriya Demkoratîk vîna azad û demokratîk e û wiha got: „Em dibêjn vîna me û hêza me ya cewherî heye. Em bi xweseriya demokratîk dibêjin em dikarin bi vîna xwe ya azad gelek tiştan bikin.“ Di salên 1990’an de li dijî kurdan gelek biryar hatin girtin. Lê êdî em dibêjin em dikarin xwe bi rêve bibin û li nasname, vîn û nirxên xwe xwedî derkevin. Niha Serokwezîr bê şerm û fedî dibêje ‘Tu qîmeta Xweseriya Demokratik a kurdan îlan kiriye tune ye’ Em jî dibêjin me Xweseriya Demokratîk ji bo birû û çavên te yên reş ilan nekir. Me ji bo azadiya gelan, wekhevî, civaka demokratîk û welatê hevpar ê demokratîk îlan kir.“

Mîtîng, bi konsera Koma Nu Jiyan, bi dawî bû. Di konserê de jinan bi meşaleyan dîmenên rengîn ava kir. Jinan di mîtîngê de posterên Ocalan, PKK, HPG û YJA-Starê vekirin. Pişt re Koma Sorxwîn jî konser da û mitîng bi govendê bli dawî bû.

DÎHA/ŞIRNEX