Di qonaxa dawî a Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê jineke din a Êzîdî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Sala 2014`an bi hezaran jin û zarokên Êzîdî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Dema QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngavên rizgarkirinê kir, bi sedan jin û zarokên Êzîdî rizgar kirin. Şervanên QSD`ê, jineke Êzîdî ya din ya bi navê Ilyas Xelef rizgar kir û ew gihand kampa Holê.
Navê Hela Mihemed Hisên lê kirin
Ilyas Xelef di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya sala 2014`an de hatibû revandin û ber bi Sûriyê ve ew şandibûn. Ilyas Xelef ji gundê Ramûsî yê Şengalê ye.
Ilyas Xelef 28 salî ye û dayika 3 zarokan e; Ferdî (7), Firiye (5) û Ehmed (4). Endamên çeteya DAIŞ´ê piştî ku Ilyas revandin, navê wê kir, Hela Mihemed Hisên.
Wan bi darê zorê Ilyas bi Ebû Zeyneb Iraqî re zewicand. Piştre ew wek xizmetkar di mala serçeteyan de dan xebitandin.
Ilyas Xelef wê radestî Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê were kirin û Mala Êzîdiyan jî wê Ilyas tevî zarokên wê bibe Şengalê.
ANHA/HESEKÊ