PELŞÎN BÊRÎTAN / EHLAM HECÎ / ANF/ŞENGAL


Jina bi navê Şirîn Dexîl Hemo, tevî sê zarokên xwe ji aliye hêzên QSD’ê ve li herêma Dêra Zorê ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Tevgera Azad a Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) jin û zarokên wê radestî malbata wê.

Şirîn Dexîl Hemo 3'ê Tebaxa 2014'an dema fermanê tevî zarokên xwe dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li herêma Dêra Zorê 11'ê Îlonê ew rizgar kir. Hemo dema gihişt ser axa Şengalê di destpêkê de çû serdana goristana şehîdan a bi navê Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan.  

Di dema teslîmkirina malbatê de li ser navê meclîsa TAJÊ Dayika bi navê Niam Îlyas a di rêveberiya TAJÊ´yê de hestên xwe wiha anî ziman, "Em îro pir kêfxweş in ku jineke me ya din ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Em spasiya hêzên QSD’ê dikin Şirîn û her sê keçên wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine." 


Malavahiya şervanan kirin

Li ser navê malbata Şirîn Dexîl jî dayika wê Henîf Brahîm kêfxweşiya xwe wiha îfade kir: "Em spasiya hêzên QSD'ê dikin ku keça min ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê rizgar kiriye. Ez bi rizgarbûna keça xwe û her sê neviyên xwe pirr kêfxweş im ku careke din hatine nav me û spasiya hevalan dikim."

Herî dawî jî Şirîn Dexîl got, "Ez gelek kêfxweş im ku ez hatim Şengalê. Spasiya hevalan dikim, silavên min ji hemû hevalan re hene û serketinê ji wan re dixwazim."