Jinên ji meha îlonê dest bi qursa nexş û durînê kirin her roj serê sibê heta êvarê perwerdehiyê dibînin. Hilberînên jinan dê di pêşengeha vê vekirin de bên firotin. Mala jinê dê belgeyên jinên di meha hezîranê de tevlî qursên bûn û bi serkeftî qurs qetandin jî bidinê. Ji mamosteyên qursê Derya Polat têkildarî qursê da agahî dan û diyar kir ku di hefteyên ewil de qursê bi 3-4 jinan dest pê kir û wiha got: "Niha nêzî 20 xwendekarên me hene. Tu sînorê me yê temen ê xwendekaran tuneye. Em tu jinan paş ve venagerinînin. "
Polat, anî ziman ku hilberînên jinan dê di dawiya salê de pêşkêşî gelê Amedê bikin.
Jina bi navê Ogur Bozbey a ku tevlî qursê nexş û durînê bû jî hîsên xwe wiha anîn ziman: "Berê ez ji ber zarokên xwe li malê dimam. Pişt re ez hînbûm ku li mala jinan kreş heye. Ez bi dilrehetî zaroka xwe li kreşê dihêlim tên vir hînî pişeyî dibim."
AMED