
Çalakiyên ji bo zelalkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranser herêmên Bakurê Suriyeyê bi rêk û pêk didomin.
Jinên Rêveberiya Xweser ên li herêma Efrînê dest bi komkirina îmzeyan kirin.
Bi vê mebestê jinên Efrînî konekî bi wêneyên Ocalan û pankertên li ser”Azadiya Rêber Apo misogeriya bidawîkirina aloziya Rojhilata Navîn e”, “Em şehîdên xwe naspêrin axê,dispêrin dilê xwe” danîn. Hat diyarkirin ku çalakiya dê du rojan dewam bike.Tevahî pêkhateyên, sazî û dazgehên kantona Efrînê tevli çalakiyê bûn. Îmzeyên ku tên komkirin wê ji Rêxistina CPT’ê ya dageha Mafên Mirovan a Ewrûpayê re were şandin.

Ji jinên Ereb bang
Jinên ereb li hemberî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: “Divê jinên Ereb layîqê fikir û tekoşîna Rêber Apo bin û ji bo azadiya wî her di nav tevgerê de bin.”
Jina bi nave Ayişa Ehmed li ser navê jinên Ereb tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar kir û got:” DewletaTirk a faşîst bi tecrîdê dixwaze civakê ji felsefiya Rêber Apo qut bike, lê ev yek wê pêk neyê. Ji ber ku Rêber Ocalan Rêberê me ye û em jî li ser felsefiya wî dimeşin. Em jî vê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin bila demildest bi Rêberê me re hevdîtin pêk were.”
‘Bi firkên rêber Apo jinên ereb xwe nas kirin’
Her wiha jina bi nave Merwa Ibrahîm jî diyar kir ku di vê di demeke nêz de ji Ocalan agahî bên girtin û got: “Di kesayeta Rêber Apo de jinên Ereb kesayet û hebûna xwe nas kirin. Em ê her roj li qadan bin ji bo azadiya Rêber Apo.”
NAVENDA NÛÇEYAN