
Neh jinên Kurd ji çar aliyên Kurdistanê, li dijî zilma DAIŞ’ê li Duhokê kom bûn, şanogerên Kurd ên jin di şanoya bi navê “Jinên Çaverê” de radihêjin mijara berxwedana 7 jinên cuda. Ev lîstika şano yekem e ku şanogerên çar parçeyên Kurdistanê tîne cem hev û sînoran ji nava hunerê radike. Lîstika ku hizra wê ya dramanivîsê yewnana antîk Eurîpîdes e, ji aliyê Îhsan Osman ve derhêneriya wê hatiye kirin û nivîsîn. Di lîstikê de ji Başûr; Keval Sidqî, Îxlas Ebdilah Umer, Hewa Elî, Hevrist Mehemed Emîn, Barîn Sidqî, Dilvîn Hekîm û Siyar Teyîp, ji Bakur; Rûgeş Kirici û Berfîn Emektar, ji Rojhilat Şermîn Zernîşan, Muna Mewlaî û Şadî Xulamî û ji rojavayê Kurdistanê jî Rojman Berazî û Sozdar Berazî cih digirin. Neh jinên Kurd ên şanoger yekem car di şanoya ‘Jinên Çaverê” ku behsa serhatiya 7 jinên têkoşer dike, li Duhokê piştî nîşandana li başûrê Kurdistanê û li Amedê îcar jî ew ê Îlonê li Fransayê derkeve pêşberî şanohezan. Ev şano yekem e ku ji çar parçeyên Kurdistanê şanogeran li hev kom dike. Heta niha lîstikvanên sînemayê yên çar parçeyên Kurdistanê ji bilî lîstikê di projeyên hevpar de cih negirtine. Di vê lîstika şanoyê de şanogerên jin têkoşîna heft jinên Kurd ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêşan didin. Lîstik herweha radihêje mijara derûniya jinên di kampên DAIŞ’ê de jî.
Neynika jinan e
Lîstikvana Tiyatroya Jiyana Nû ya NÇM’ê Rûgeş Kirici ku ji bakurê Kurdistanê di koma şanoyê de cih digire got, li ser banga Koma Şanoyên Diyalogê tevli lîstikê bûye. Kirici destnîşan kir ku ji ber şanogerên 4 parçeyên Kurdistanê di lîstikê de cih digirin, mijara lîstikê pirsgirêkên hemû jinên Kurdistanê elaqedar dike û neynika pirsgirêkên çar perçeyên Kurdistanê ye. Kirici bi bîr xist her lîstikvan bi devoka herêma xwe diaxive.
Sînoran diherifînin
Şanogera Şanoya Bajêr a Amedê Berfin Emektar got, di pêvajoyeke wisa de lîstikek wisa wê dixe nava peroşînê û wiha peyivî: “Em bi jinên ji 4 parçeyên Kurdistanê re dixebitin. Wateya vê yekê heye. Ev projeya jinan e û em di hunerê de sînoran radikin.”
Kobanê û Şengal e
Emektar destnîşan kir ku di avakirina vê projeyê de ked û têkoşîna jinên Şengalê û Kobanê pir zêde ye û rola YPJ’ê pir mezin e. Emektar bi bîr xist ku vê têkoşîna jinên Kurd êdî nav û dengê wan li hemû cîhanê belav kiriye û wiha axivî: “Jinên kurd di şerê Kobanê û Rojava de cih digirin û vê yekê bandorek mezin li Başûr kir. Bandora xwe li yekîtiya neteweyî û têkoşîna jinên cîhanê kir. Di bingehê vê projeyê de têkoşîna jinên Şengalê û Kobanê heye. Em di qada siyasî de sînoran rakin dibe pirsgirêk derkevin, lê di qada hunerî de em sînoran ji holê rakin dê sînorên din jî ji holê rabin. Ev ne tenê projeya parçeyekî, projeya 4 parçeyên Kurdistanê ye.”
PARÎS