Endamên Jinên Ciwan ên Azad çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li bajarê Fransayê Strasbourgê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de.

Li Strasbourgê çalakiya 14 kesan a greva birçîbûnê di roja 79’an de didome. Ji gelek welatên Ewrûpayê gelek kes diçin serdana çalakgeran.

Sê jinên ku endamên Jinên Ciwan ên Azad in, ji bajarê Duisburgê yê Elmanyayê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Jinên bi navê Solîn, Lorîn û Amara albuma wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê dan çalakger Denîz Surgut. Solîn Gul got, ew ji Elmanyayê hatine û divê gelê Kurd bibe dengê çalakgeran.

Li ser navê çalakgeran, Denîz Surgut jî got, serdana gel coş û moral dide wan û piştgiriya ciwanên Kurd a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, gelekî girîng e.

 

ANF/STRASBOURG