
Fermandara YPJʹê Sozdar Dêrik ji ANHAʹyê re got ku pêşveçûna şervanên qonaxa duyemîn a a Xezeba Firat didome û destnîşan kir ku jinên herêmên rizgarkirî piştî rola ektîv a YPJ`ê di Xezeba Firat de bi çavên xwe dîtin, xwestin tevlî YPJ`ê bibin.
Sozdar Dêrik destnîşan kir ku şervanên Xezeba Firatê roj bi roj bi îsrar pêş ve diçin û heta niha gelek gund ji çeteyan rizgar kirine. Sozdar, her wiha da diyarkirin ku şervanên wan 35 kîlometreyan li aliyê El-Qadiriye û Kirdoşan pêşve çûn û wiha dom kir: ʺHeta niha bi dehan çete hatine kuştin. Hin çeteyan jî xwe teslîmî şervanan kirine.ʺ
ʹHêza şervanên YPJʹê dîtinʹ
Sozdar Dêrik diyar kir ku jinên herêmên hetina rizgarkirin ji destê çeteyan gelek êş dîtine û wiha dom kir: ʺ Jinên van herêman gelek êş û zehmetî ji destê çeteyan kişandine. Bi rola fermandar û şervanên YPJʹê ya di hemeleya Xezeba Firatê de gelekî bi bandor bûne. Û tevlîbûna xwe ya nava YPJʹê ragîhandine.ʺ
Derbarê morala Şervanên beşdarî hemleya Xezeba Firat bûne jî Sozdar Dêrik ev tişt anî ziman: ʺTiştê ku morala şervanên di eniyên pêş de bilind dike, tevî temû asteng û erdnîgariya herêmê ya dijwar û dijwariya demsala zivistanê jî şervanên me bi murelekî bilind şer dikin û û pêşketinên mezin bidest dixin.ʺ
NÛRHAN EBDÎ / ANHA / REQA