Piştî terorîstên DAIŞ’ê êrîşî herêma Şengalê kirin, li dijî Kurdên Êzîdî komkujî pêk anîn. Terorîstan gelek jinên Êzîdî revandin û li bajarên Sûriyê û Iraqê di bazaran de firotin. Jineke bi navê Remziya Ilyas Xwedêda tevlî sê keçên xwe yên biçûk ji bajarê Helebê xwe ji destên terorîstan rizgar kir û gihişt Efrînê. Remziya diyar kir ku dema çetayan ew anîn Reqayê, 9 jinên ciwan ên Êzîdî dema tirempêl nêzî çemê Firatê bû, ji bo bêhnvedanê rawestiya, ji tirmpêlê daketin û xwe avêtin ava çemê Firatê. Remziya destnîşan kir ku heta çete bi wan ve hatin 8 jinên ciwan mirin û yek bi saxî ji avê hate derxistin. Remziya got, piştî 3 rojan jina din nehate rizgarkirin û wê jî jiyana xwe ji dest da. Der barê cenazeyên wan jinan de Remziya da zanîn ku terorîstan cenazeyên jinan li ber çem avêtin. Der barê nasnameya jinan de Remziya Xwedêda ev agahî dan: “Ji ber jin pirr bûn min bi navê wan nizanî, lê ez dizanim ku ew ji gundê Koço, Rembûsî, Til Binad û Digurê yên Şengalê bûn.”
‘Jineke ciwan xwe ji avahiya duqat avêt‘
Remziya, tekez kir ku gelek jinên Êzîdî ji bo xwe ji çeteyan rizgar bikin di nava hewldanan de bûn û got: "beriya bi sê mehan, min dît jinekê xwe ji avahiya duqat avêt. Xwest bireve, lê lingê wê şikiya û heta ez reviyam jî ez dizanim ku hîn lingê wê di cibsê de ye û nikare rabe.”
Remziya ku sê zarokên wê yên keç ku temenê wan 15, 14 û 12 sal bûn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û hêstir di çavan de bû, wê ev tişt got: “Sê zarokên min ên keç, ya mezin 15 salî bû, revandin, ez nizanim çi li wan hatiye. Heta dema ez li Iraqê bûm, agahiyên min ji a biçûk hebû, ew bi zorê bi xwe re dabûn zewicandin. Jinên ku bi wan re nedizewicîn li wan didan û êşkenceyeke hovane li wan dihate kirin. Jinên ku tevlî êşkenceyê jî bi wan re nedizewicîn, ew benc dikirin û dest diavêtin wan.”
EFRÎN