
Çalakiya Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku di hefteya 249. de ye, ji aliyê jinên endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) ve tê meşandin.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, roja Yekşemê ji aliyê endamên SMJÊ Fîkriya Ferho, Cîhan Hewran, Zerê Daban, Gewrê Şaka, Tembiya Alkiş û Nûrê Alkiş ve dewr hat girtin. Endamên SMJÊ destnîşan kirin, ku ew ê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti tawîzê endin.
Li ser navê endamên Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) Fîkriya Ferho daxuyanî da û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd a ji aliyê ronîkirin û naskirina jiyana jinê. Ferho diyar kir, ew Ocalan weke lîderê xwe dibînin û ji bo dawî li esareta wî bê anîn tevlî çalakiyê bûne.
ANF/STRASBOÛRG