Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê tebaxa 2014’an êrişî Şengalê û navçeyên din ên Êzîdiyan kir. Bi hezaran jin û keçên Êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin. Jinên Êzîdî yên ji DAIŞ’ê rizgar dibin, rastî fermaneke nû tên. Jinên ji DAIŞ’ê reviyane, niha bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Elmanyayê ji xaka xwe tên dûrxistin. Herî dawî 79 jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn, bi hênceta alîkariya tendirûstiyê bi alîkariya Elmanya û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derve hatin şandin. Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê li hemberî van hewldanan nerazîbûn nîşan da. 

 

‘Siyaseta tinekirina Şengalê ye’

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Êzîdî ya Şengalê Xatûn Xidir ji RojNewsê re ragihand ku siyaseta derxistina jinên Êzîdî ya derveyî welat siyaseta tinekirina Şengalê ye. Xidir ragihand ku bi vî awayî jinan ji çanda wan dûr dixin û ev versiyonek nû ya fermanê ye.

Xatûn Xidir ragihand ku ew weke Meclîsa Jinên Êzîdî van hewldanan qebûl nakin û wiha axifî, “Jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin, ji bo derve tên şandin. Em vê yekê qebûl nakin. Me ji bo van mirovên xwe yên hatine revandin li van çiyan li ber xwe da. Em ji bo xatirê wan li vir man û bi hestê rizgarkirina wan me xwe li ser piyan girt. Tevî sir û seqema sermeya zivistanê, germaya havînê, tînî û birçîtiyê ji bo careke din bigihin van mirovên xwe, em jiyan. Em fedayiyên wan in. Lê dema jinên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin, dişînin derve.”

Xatûn bang li hemû cîhanê kir ku vê siyasetê qebûl nekin û axaftinên xwe wiha dewam kir: “Ev civak a me ye. Siyaseta Ewrûpa li hemberî Êzîdiyan dimeşîne cuda ye. Ger dixwazin tiştekî baş ji bo jinan bikin, bila li vir derfetan biafirînin. Bila li hemberî DAIŞ’ê tekoşînê bimeşînin û ji bo dîlên din ên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, bixebitin.”

 

‘Keçê me ne bê xwedî ne’

Xatûn Xidir diyar kir ku Ewrûpa bi derxistinan jinên Êzîdî, wan ji dîn û çanda wan dûr dixe û got, “Keçên me ne bê xwedî ne, em malbatên wan in. Ger Ewrûpa gelek fikara gelê me dike, ewqas nexweş û birîndarên me hene, bila wan derman bikin. Çi ji jinên me dixwazin? Bila destê xwe li ser me rakin. Êdî em weke jinên Êzîdî xwedî îrade ne û em dikarin xwedî li xwe derkevin. Bi vê fermanê jiyana me xirab bû, êdî tenê armanceke me heye û ew jî em li ser van çiyayan bi kêfxweşî bijîn û jinên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê bên rizgar kirin.”


‘Divê Tehsîn Beg helwesta xwe diyar bike’

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Jinên Êzîdiyên Şengalê Xatûn Xidir daxwaz ji mezinên Êzîdiyan kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Divê Tehsîn Beg weke mîrê Êzîdiyan helwesta xwe li ser vê rewşê diyar bike. Weke mezinekî gel, erka wî ye rê nîşanî gel bide û nabe wan ji hev belav bike. Gelê me tê belav kirin, hewl didin baweriya me tine bikin. Ew jî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin û ez bang li wan hemûyan dikim ku li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin.”


NÛJİYAN ERHAN/ROJNEWS/ŞENGAL