
Ji bo 8’ê Adarê jinên Kurd ên li derveyî welêt, daketin qadan. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û terora dewleta Tirk hat şermezarkirin.
DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demomkratîk a Kurd panelek lidar xist. Panelîst Dîlan Amed da daxuyakirin, ku mafên jinan di nava şert û mercên zehmet de hatine bidestxistin û destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê ya îro li Kurdistanê tê meşandin ji têkoşîn azadiyê ya Roza Luksemboûrg û Clara Zetkînan cuda nîne. Piştî nîşandana fîlmê li ser mafê hilbijartinê yê jinan, li Pragerstr. li ber HBF a Dresdenê meşek hat lidarxistin.
NURNBERG: Li bajarê Elmanya Nunbergê bi wesîleya 8’ê Adarê mîtîngek hat lidarxistin û pêşandanek hat nîşandan. ji Komîsyona Jinê ya Mala Gel a Medya, SKB, Yenî Kadin, Frauen Verban Courage, Feministische Perspektiven, Înternationale Frauen Cafe, Bund Sozialistische Fraune, MLPD, ROJA (Revolutionar Organisierte Jugend Aktion) û endamên gelek komeleyên din tevlî çalakiyan bûn.
DUÎSBURG: 8’ê Adarê li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Ji beşdarên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dûîsbûrgê re qurnefîl hat belavkirin.
WUPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppertalê bi beşdariya endamên Meclîsa Jinê ya Viyan, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Coûrage, Jinên Sendîkayî, MLPD, Bîrkar û Karawane çalakiyek hat lidarxristin. Nûnerên hemû saziyan li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Ekîba Şano ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê, lîstikek pêşkêş kir.
HAMBURG: Bi wesîleya 8’ê Adarê, ji Feldstr.’yê meşekê destpê kir. Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ATÎK-Yenî Kadin, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, Coûrage, Partiya Komunîst a Elmanya û saziyên Antî-Faşîst destek dan meşê. Nivîskara Elman û parêzvana mafên mirovan Anja Flach di destpêka meşê de peyivî û bal kişand ser komkujî û cînayetên dewlet Tirk li Kurdistanê dike.
MANNHEIM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li Pardenplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Endamên rêxistinên jinê yên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de dirûşma “Dawî li qetlîam û qirkirina jinê bînin” ha qîrîn.
FRÎCHSHAFEN: Komeleya Jinê RO-SA li bajarê Elmanya Frîchshafenê çalakiya 8’ê Adarê organîze kir. Jinên Kurd ên li Bûchhorn Platzê li hev civiyan, belavok belav kirin . Nûnerên partiyên Elman jî di axaftina li vir de bal kişandin ser kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Komîsyona Jinê ya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd bi tevlîbûna pêkhateyên Yekîtiya Jinê, Kurdistanî û dostên wan ên li Salzgîtter û derdora wê dijîn, çalakiyek pêk anîn. Girseya li ber Otogara Hîldesheîmê li hev civiya bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî” dest bi meşê kirin. Girseya gel heta ber avahiya Şaredariya Hîldesheîmê meşiya û piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê.
DORTMUND: Li Dergaha Dortmûndê jî çalakiyek hat lidaxistin. Li vê derê, li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin. Di çalakiyê de sînevîzyonek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên sala 1998’an hat nîşandan.
MONTPELLÎER: Li bajarê Fransay Montpellîerê, Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, meşek organîze kir. Jinên Kurd ji parka Peyroû Pîtot heta meydana Comedîe meşiyan û ji aliyê jinên Fransî ve bi awayekî girseyî hatin hatin pêşwazîkirin.
ROUEN: Li bajarê Roûen ê Fransayê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku Kurdistanî û Fransî tevlîbûn de dewleta Tirk hat protestokirin, li ber avahiya qenala France3 TV hat lidarxistin.
LORÎENT: Li bajarê Fransaya Lorîentê, Kurdistanî û dostên wan di bin baranê de 8’ê Adarê pîroz kirin. Li ser banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn, jinên Kurdistanî li qada Place Astrîde Brîand li hev civiyan û ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin.
GRAZ: Li bajarê Awûstûrya Grazê, meşek hat lidarxistin. Di çalakiya li Sudtîroler Platz de wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin.
LÎNZ: Rêxistinên jinan ên sosyalîst, komên jinê yên femînîst û rêxistinên civakî yên sivîl li bajarê Awûstûrya Grazê meşek hevpar organîze kirin. Girseya gel ber bi Haûptlatzê meşiya û li vir belavokek hevpar xwend.
KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Kurdan û dostên wan meşeke hevpar lidar xistin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Sêvê ya Danîmarka li vir axaftin hat kirin û têkoşîna jinên Kurd hat vegotin.
ODENSE: Li bajarê Danîmarka Odense, di çalakiya 8’ê Adarê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û bi vê armancê li ber rojnameya Fyns Stîftstîdende çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiyê li ser reşwa li Sûrê dosyayek pêşkêşî rojnameya Fyns Stîftstîdende hat kirin.
GAVLE: Li bajarê Swêd Gavleyê, bi pêşengiya Komuna Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavle jin li Meydana Stororgetê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa “Bi ruhê Sarayan û Sêvêyan re ber bi xwerêveberiyê” vekirin.
MONTREAL: Li bajarê Kanada Montrealê, Komîsyona Jinê ya Meclîsa Kurdan a Demokratîk, komam Women of Dîverse Orîgîn û derdorên çep û femînîst ên Kanadayî çalakiya 8’ê Adarê lidar xistin. Meşa ji Stasyona Metro ya Atwaterê destpê kir, heta kolana Saînte-Catherîne dewam kir. HELSÎNKÎ: Jinên Kurd û Fînlandiyayî yên li paytext Helsînkî, 8’ê Adarê bi meşekê pêşwazî kirin. Di meşê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
STOCKHOLM: Li paytexta Swed Stocholmê piraniya wan jin zêdeyî 5 hezar kesên li ber avahiya dîrokî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê li hev civiyan, xwepêşandanek lidar xistin.
MOSKOWA: Jinên Kurd ên li Rûsyayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Jinên Kurd wê veguherin sembola berxwedanê ya serdemê.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Şengalê kelecana 8’ê Adarê
Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecaneke mezin pîroz kir. Pîştî meşa ji Dara Qewlê heta herêma Meclîsa Ezidî ya Şengalê, bi beşdariya gel û şervanan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Jinên ku bi cil û bergên rengûreng ên herêmî ve li Dara Qewalê kom bûn, wêneyên jinên di berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPS/YPS-JIN” qîr kirin û dest bi meşê kirin.
ŞENGAL