Sembola azadiyê bû
Sîncar wiha pê de çû: “Sedema berhevbûna me ya vê derê ew e ku Parlamentoya Zurîhê li dijî vê hovîtiyê bê deng nemîne û nameyeke ji hikûmeta Fransayê re bişînin da ku kujerên komkujiyê derbixin holê. Ji ber ku komkujiya li dijî 3 hevalên me hatine kirin ne ku di carekê de pêk hatiye. Komkujî bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Di şexsê hevala Sakîne, Fîdan û Leyla de li hemberî tevgera Kurd û 3 nifşên jinan pêk hatiye. Ev her sê şoreşger bûn qurbana suîkastek bi plan kirî. Di şexsê wan de serokatiya me û pêvajoya aştiyê hat hedef girtin. Hevala Sakîne Cansiz sembola berxwedan û têkoşîna azadiya jinê bû.”
Sîncar da zanîn ku divê kesên di vê komkujiyê de cih girtine û yên pişt wan derkevin holê û wiha bi dawî kir : “An ne dê ev komkujî û hovîtî weke lekeyekê reş li ser rûyê Fransa û Ewropayê bimîne. Em bi hêvî ne ku kesên komkujî pêk anîne di demeke nêz de bên deşîfrekirin. Heta kujer neyên dîtin em dê wekî jinên Kurd dê rehetiyê nedin wan.” Çalakiya jinan bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.
ANF/ZURÎH