Jinên Kurd teslîm nabin
ALÎ GULER
ANF/CANNES
Derhênera filma ‘Keçên Rojê’ Eva Husson di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannes a 71’emîn de axivî û got ,”Jinên Kurd berxwedêr in. Qet teslîm nabin û xurt in.”
Filma Eva Husson ji bo ‘Palmiyeya Zêrîn’ bi filma xwe ya bi navê ‘Keçên Rojê’ ya li ser jinên Kurd e, têra xwe bi îddîa ye. Derhêner Eva Hûsson, lîstikvan Gulşîfteh Farahanî, Emmanûela Bercot, Zubeyde Bûlût û çêker Dîdar Domehrî tevlî civîna çapemeniyê ya li Cannesê bûn. Eva Husson têkildarî çêkirina filmê got, “Du sedem hene ku me ev film çêkir. Yek jê malbatî ye, ya din jî bandora jinên Kurd e. Ez neviya eskerekî komarparêz im ê ku li dijî faşîzma Franco têkoşiyaye. Di malbata min de kevneşopiyeke wisa heye. Sedema din jî bandora jinên Kurd a li ser min e.”
Ji bo ragihandina serfiraziya jinên Kurd
Derhêner Husson di axaftina xwe de qala berxwedana jinên Kurd kir û got, “Ligel zilma DAIŞ’ê ya li dijî jinên Kurd, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd, bandor li min kir. Ew ti carî teslîm nebûn, bi berxwedana xwe bandor li min kirin. Azweriya wan a têkoşînê zêde ye, tekane hedefa wan serfirazî ye. Vê yekê bandor li min kir. Bi vê filmê min xwest têkoşîn û serfiraziya jinên Kurd ragihînim cihanê. Berxwedana jinên Kurd nayê dîtin. Ji ber vê jî min xwest vê berxwedanê di sînemayê de bi cih bikim.”