DENÎZ ÎKE / MA/AMED

Dengbêjan her tim dîrok û wêjeya devkî ya Kurd zindî li ser lingan girtine û ji dîrokê heta roja me ya îro vê wêjeya devkî dewam dike. Dengê jinên Kurd vê wêjeya devkî bêhtir xweş dike. Stranbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihekî taybet û girîng  e. Ji van awazan ango stranbêja jin a ciwan Mizgîn Turan e, mirov dikare bibêje ew namzeta dengbêjiyê ye.

Jina ciwan ya stranbêj Mizgîn Turan 9 sal in karê hunerê dike. Turan di 12 saliya xwe de li Akademiya Muzîkê ya Aram Tîgran a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve hat girtin dest bi xebata muzîkê dike. Turan di koroya zarokan de cihê xwe digre û li akademiyê bi keda mezin a mamosteyan berê xwe dide dengbêjiyê û hînî klamên dengbêjiyê dibe. Piştî Akademiya Aram Tîgran hat girtin, Akademiya MA Muzîkê vebû û Turan li vir xebatên xwe yên hunerî domand û niha jî li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê li ser hunerê xebatan dimeşîne. Turan dibêje, her çiqas hunermendiyê ji akademiya muzîkê fêr bûme jî bandorek mezin ya jinên dengbêj ên weke Eyşe Şan û Fatma Îsa li ser min çêbûye.