Viyan diyar kir ku pêşxistina aboriya taybet bi jinan dê bibe riya herî rast a pêşxistina aborî ya hemû civakê ye û wiha got: "Armanca me ji projeyên aborî yên jinan pêşxistina aborî ya civaka Rojava ye. Bi van projeyên aborî yên jinan armanca me civak bi xwe pêdiviyên xwe yên sereke peyda bike û bibe bingeha sîstemeke aborî ya rast. Ji destpêka mirovahiyê ve û heta roja îro jin afrênera sereke ya aboriya civakê ye" Viyan, da zanîn ku ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk a li ser hêmanên wekheviyê pêwîste jin di nava hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigrin û di hemû beşan de pêwîste jin xwedî îradeyek azad be. Viyan da xuyankirin ku armanca wan ji vekirina projeyên xweser ên jinan peydakirina derfetên kar e, da ku jin karibin cihê xwe di avakirina civakê de bigre û bi awayekî aktîf rola xwe di çareserkirina pirsgirêkên civakê û bi taybetê yên jinan de pêk bîne.


'Jin li benda ti kesî namînin'

Li ser girîngiya vekirina projeyên aborî yên taybet bi jinan Viyan got ku bi pêşxistina pirojeyên aborî yên jinan dê jin karibin ji nava çar dîwaran derbikevin û bi hêza xwe û malbata xwe bi rêvebibe. Viyan destnîşan kir ku eger xebatên wan bi awayekî berfireh pêk werin dê jin ji desthiladariya zilam xilas bibe û bi serê xwe hemû pêdiviyên xwe pêk bîne. Viyan got,  bê pêşxistina aboriya jinan dê aboriya civakê jî pêşnekeve, pêwîste jin hêzê bidin xwe da ku di van demên zehmet de bibin xwedî aboriyek pêşketî û rewşên heyî derbas bikin. Jinan ji berê ve bi derfetên xwe hemû pêdiviyên civakê peyda dikirinû bi pêşxistinarola jinan a Rojava dê hemû pirsgirêkên aborî bêne çareserkirin."

'Di salekê de 7 proje'
Viyan got ku di nava salekê de li Rojava 7 projeyên aborî vekirine û destnîşan kir: "Di 10'ê hizêranê 2013'an de komîteya me civîna xwe ya yekem li Qamişlo lidar xist. Di vê civînê de hemû nûnerên projeyên me yên li herêmên Rojava amadebûn. Di civînê de rêbazên pêşxistina projeyên aborî yên biçûk û vekirina projeyan li seranserî Rojava hate nîqaşkirin." Viyan destnîşan kir ku wan komîteyên pêşxistina aborî li hemû bajaran vekirine û di salekê de 7 projeyên aborî pêşxistine. Di van projeyan de niha zêdetirî 100 jin kar dikin. Viyan, da zanîn ku di navenda wan a li Dêrikê jî 2 jin dixebitin û wekî nûnerên hemû projeyên xweser ên jinan li herêma Cezîrê cihê xwe digirin.

'Projeyên din tên amadekirin'
Derbarê berfirehkirina xebatên xwe de Viyan da xuyakirin ku wan hin projeyên din amade kirine û ev agahî dan: “Projeyek me ya çandiniyê li bajarê Tirbespiyê heye. Ev projeya dê çandiniya bexçeyên sergirtî li ser 18 hiktaran tê amadekirin. Di vê pirojeya ku dê li ser erdê şêniyên bajêr bê çêkirin de wê derfeta kar ji gelek jinan re bê peydakirin. Her wiha projeyên me yên rojên pêş vekirina kargeha penêr, kargeha betata (şêps) û vekirina hin dikanên şêraniyan li herêma Efrînê ye.”


HÊVÎDAR RAPERÎN/ANHA/DÊRIK