Şandeyek jinên ji Kantona Cizîrê hatin Amedê li Amedê bi gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û saziyên jinan re hatin cem hev û civîn pêk anîn. Jinên ku di heyetê de cih girtin derbarê xebat û tekoşîna xwe de agahî dan. Necah Huseîn Amên ya 51 salî pêşî axivî û derbarê xebatên xwe de wiha got: "Beriya şoreşê şîdeta nava malbatê gelek zêde bû. Wek her derê. Ez bawerim niha jî heye. Jin hepsê malê bibûn.  Jiyana wan ya yekane karê malê bû. Bi vî awayî şîdet li her derê hebû. Jiyan bê sigorte bû. Me jinan bi dizî mudaxale dikir. Em pir  kêm bûn. Ji mere digotin û me jî li çareseriyê digeriya. Bi vî awayî gelek jin hebûn."


Piştî şoreşê rewşa jinan
Derbarê pirsa piştî şoreşî rewş guherî an na Amên wiha got: "Me gelek tişt kirin. Li gorî gelek welatên cîhanê, pêngavên girîngin. Lê em bi van jî sînor namînin. Em her ku diçin li xwe hay dibin. Me sazî vekirin, em li van saziyan wek jin hatin cem hev. Me xwe rêxistin û hêza xwe danî holê. Ji ber ku em di vê têkoşînê de cih digirin gelek serbilindin. Ev şoreşeke jinê ye!. Divê em vê bi hemû cîhanê bidin bihistin."

Mîsogeriya me nebû

Axin Hasan ya 28 salî jî wiha got: "Ez beriya şoreşê tunebûm. Min xwe heyî nedihesiband. Ez zewicandî bûm. Min nekarî ez dest ji hevserê xwe berdin. Du zarokên min hebûn. Tu mafê min tunebû. Hiqûq tunebû. Beriya şoreşê mafê jinê tunebû. Ez 8 salan zewicandî mam. Ne min ne wî me tiştek ji jiyanê fêm nekir. Em ji hev gelek dur bûn. Min nikaribû dest jê berdim. Ne ewlehiyek min û ne jî rewşa min ya aborî hebû. Malbata min xwedî li min dernediket. Dewletê ez nas nedikirim. Min tenê ji bo zarokên xwe sebr kir."

Li Rojava çi guherî?
Li ser pirsa niha li Rojava çi guherî jî Hasan wiha got: "Min jinên di rêxistinên jinan de nas kir û pir bi hêz bûn. Min li wan guhdarî kir, piştre min jî di xebatan de cih girt.  Min nasname, welat û çanda xwe nas kir, jiyana wê demê guherî. Bi saya vê têkoşînê min hêz dît. Min zarokên xwe girtin û dest ji hevserê xwe berda. Niha ez cuda dijîm. Şer, têkoşîn heye. Van têgehan hem li mala me, hem di nava me de û hem jî li ser axa me hukim dike. Min jinbûn û mirovbûna xwe ferq kir."

Êdî jin li her qadê ye
Nora Xelil ya 40 salî jî derbarê rewşa jinên Kurd yên li Rojava gahî dan û got: "Berê jî têkoşîneke jinê hebû. Lê niha em dibêjin şoreş. Şoreş ne hêsane. Wisa hêsan pêk nehat. Bedelên giran hatin dayîn. Gelê kurd li her derê dîroka têkoşînê meşand. Me serî netewand. Me ev qebûl nekir. Em nakin jî. Me di têkoşîna jinê de tiştek wisa nedizanîbû.  Me ev bi pêvajoyê re ferq kir. Şer û şoreş bû parçeyeke jiyana me. Me niha saziyên xwe ava kir, em ezêdetir xwedî li vê dozê derketin. Em rol û mîsyona xwe baş dizanin.  Em her tiştê ku dikin baş difikirin. Nîqaş dikin û lêkolîn dikin. Em bi hemû saziyên tevgera jinên kurd yên cîhanê re dikevin nava têkiliyê. Niha ji sedî 75’ê jinên Rojava bi rêxistinkirîne. Teqez di qadeke têkoşînê de xebatê dimeşinin. Me zincîrên xwe şikestin."

Hejmara jinan zêde ye
Li ser pirsa dema paşeroş tê hişê de çi hîs dikî Jînda Şêxmûs a 26 salî wiha bersiv da: "Ez xwe pir bi hêz dibînim. Ev hêvî dikim ku me ev rojên tarî li pey xwe hiştiye. Gelek zehmet bûn. Bi her alî zehmet bû. Du zarokên min hebûn, mezinkirina wan zehmet bû. Me ciwanan di şoreşa Rojava de rol û mîsyona xwe lîzt. Dema me ya ku ev vala derbas bikin tune. Ger ku koperatîf bê vakirin jin dê bikaribin debara xwe bikin. Di dema şer de nifûsa piranî yên şer dikirin mêr bûn. Ji ber vê jî nifûsa jinên ciwan pir zêde bûn. Ji bo nirxandina vê divê projeyên nû bihata afirandin. Bi vî awayî me bi zehmetiyên mezin azadiya xwe qezenc kir." Sadia Abdullah a 38 salî û Mona Abdulselam a 43’ê salî jî anîn ziman ku li gor berê bi tekoşîna jinê re êdî zextên li ser jinan kêm dibe, lê pêdivî bi têkoşînê heye.  



JÎNDA ZEKÎOGLU /  ANF/AMED