Koordînasyona Herêma Cizîrê ya Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) zanista jineolojiyê ji akademiyên Bakurê Sûriyê bire hemû dibistanan. Perwerdehiya jineolojiyê sala 2016’an cara pêşî li Efrînê û piştre jî li Kobanê hate dayin. Li herêma Cizîrê jî ji ber sedema zêdebûna dibistan û xwendekaran û ji ber sedema kêmbûna mamosteyan, perwerdehiya Jineolojiyê bi derengî hate dayin. Mamoste hatin wezîfedarkirin KPC-D Jinê, ji bo ku li dibistanên Herêma Cizîrê dersa jineolojiyê bidin, gelek mamoste wezîfedar kirin. Komîteya bi desteka Akademiya Jineolohiyê bi Kurdî, Erebî mamoste gihandin, û bi Suryanî jî xwe ji bo çapkirina pirtûkên jineolojiyê û materyalên perwerdehiyê hazir dike. Nifşekî azad û bi exlaq Endama KPC-D Jinê, Nûpel Izeddîn Ehmed got, beriya ku ew zanista jineolojiyê li dibistanan bidin, wan ji gel re vegotiye û piştre ev biryar daye. Ehmed got, ew armanc dikin ku li ser esasê jiyana hevpar, nifşekî xwedî exlaq û azad ava bikin û got, “Civaka azad bi mêrê desthilatxwaz û jina kole ava nabe. Jineolojî vê problemê ji holê radike û tevlîheviya nav civakî çareser dike”. Endama Jineolojiyê Şîlan Mihemed jî got, ji bo bi zimanê Suryanî jî perwerde hebe, xebatên wan dewam dikin. Dîroka rast a jinê Xwendekara bi navê Ayenda Hîso li ser dersa Jineolojiyê got, ji bo ku ew pirr dixwaze dîroka jinê hîn bibe, beşdarî perwerdehiya jineolojiyê dibe û xwest ku ev zanist bigihije beşekî berfireh ê civakê. Ji xwendekaran Loranda Xelîl jî got, ew bi jineolojiyê hînî dîroka rast a jinê bûne. Mamoste Muhdiye Mihemed jî got, êdî mêran jî bala xwe daye ser vê zanistê. Herçî xwendekar Şiyar Hiso ye jî, wî got, divê hemû beşên civakê beşdarî perwerdehiya jineolojiyê bibin. Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk a Jinê, bi konferansa sala 2015’an ji bo zanista jineolojiyê materyal hazir kirin û li dibistanan weke xala pêşî ya perwredehiyê qebûl kir. ANHA / QAMIŞLO